Koçber: Heke çete ji gundên me dernekevin, em li warê xwe venagerin

Koçberan gotin: “Çeteyên"Artêşa Wetenî ya Sûrî"li pêşiya çavên wan malên wan dizîne û bombe kirin malan paşê wekî heman kiryarên DAIŞ`yan mal teqandin.”

Koçber: Heke çete ji gundên me dernekevin, em li warê xwe venagerin
Koçber: Heke çete ji gundên me dernekevin, em li warê xwe venagerin
Koçber: Heke çete ji gundên me dernekevin, em li warê xwe venagerin
Koçber: Heke çete ji gundên me dernekevin, em li warê xwe venagerin
Koçber: Heke çete ji gundên me dernekevin, em li warê xwe venagerin
29 kanûn, 2019   06:36
HESEKÊ

Di encama êrişên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, zêdetirî 300 hezar sivîl ji herêmên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê koçber bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê zêdetirî  64 navend ji koçberan re veqetandin, li gel ku li bajarokê Tiwênayê yê rojavayê bajarê Hesekê kampa Waşokanî vekirin. Niha zêdetirî 5 hezar û 700 sivîl lê bicihbûne.

Koçberên li kampê tek hêviyeke wan heye, ew jî vegera li mal û warê xwe ye, lê ne berî ku çeteyên artêşa Tirkiyê ji bajêr derkevin, ji ber komkujî û binpêkirinan li dijî sivîlan pêk tînin.

Di vê derbarê de ajansa ANHA`yê hevdîtin bi hin koçberên li kampê re çêkir û amaje bi rewşa birêvebirina li kampê kirin.

Helîma Mihemed (80) ji şêniyên Serêkaniyê ye. Helîma got: “Ji ber topbarana artêşa Tirkiyê em ji malên xwe derketin û rihê xwe parast, çeteyan malên me talan kirin û alavên me yên çandiniyê dizîn.”

Helîma amaje bi daxuyaniyên rejîma Sûriyê kir û wiha anî ziman: “Rejîma Sûriyê domdor îşaret bi yekîtiya Sûriyê dike, lê di rastiya xwe de li hemberî êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdeng maye.”

‘ÇETEYAN BOMBE KIRIN MALÊN ME’

Koçbera bi navê Necma Ilêwî ji gundê Um El-Xêr ê Til Temrê ye. Necma wiha rewşa mala xwe tîne ziman: “Êdî gundê me bûbû noqteya şer ji her hêlê ve gule dihatin, ji ber  vê yekê me ji mala xwe derketin."

Çeteyên artêşa Tirkiyê yên bi navê "Artêşa Wetenî ya Sûrî"domdar binpêkirin pêk tînin û fikirê çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra didin meşandin.Li gel ku çeteyên niha li dijî sivîlan şer dikin, çeteyên girêdayî rêxistinên terorîstan e.

Necma Ilêwî bal kişand ser kiryarên çeteyên "Artêşa Wetenî ya Sûrî" û got: “Çeteyan şênî ji gund derxistin û bombe kirin malên wan. Ev îşana berdewamiya kiryarên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ne. Destpêka em hatin kampa Waşokanî rewşa me baş, lê niha roj bi roj xerab dibe û em hêviya vegera li malên xwe û derxistina çetayan dikin.”

‘LI PÊŞIYA ÇAVÊN MIN ÇETAYAN MALA MIN TALAN KIRIN’

Ebas Hiso koçberekî ji gundê Amiriyê ye û wiha çîroka xwe parve dike: “Li pêşiya çavên min çetayan kel û pelên malên gund didizîn û li dijî sivîlan bi pê kirin. Li gel ku dema dibû şev nedihiştin şênî ji malên xwe derbikevin.”

Hiso wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rewşa me kambax e û niha ez û her 8 kufletên xwe li mala mirovên ên li kampê dimînin, tevî vê jî heke çete ji gundên me dernekevin. Em li malên xwe venagerin.”

(eh)

ANHA