​​​​​​​Siyastmedarê Kurd: Şoreşa Rojava zemînê misogeriya yekîtiya Kurd ava kir

Siyasetmedar Îdrîs Ehmed got: “Şoreşa Rojava, berdêlên gelek mezin dan. Vê şoreşê  zemînê yekîtiya Kurd ava kir. Em li hemû aliyan dikin ku gel ji qirkirinê biparêz in.”

​​​​​​​Siyastmedarê Kurd: Şoreşa Rojava zemînê misogeriya yekîtiya Kurd ava kir
29 kanûn, 2019   05:35
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Bi zêdebûna êrişên artêşa Tirk li dijî her 4 parçeyên Kuristanê û armanckirina destkeftiyên Kurdan, bangên yekîtiya kurdî zêde bûn.

Di vê derbarê de siyasetmedar û endamê rêveberiya Partiya Demokratîk ê şaxê Girkê Legê Îdrîs Ehmed ji ajansa me re axivî.

Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: "Di vê pêvajoya hesas de erka parastinê dikeve ser milê gelê Kurd. Lewma di halê hazir de pêwîstiya misogerkirina yekîtiya nijadî ya Kurdan heye.”

Ehmed bal kişand ser armanca artêşa Tirk û wiha axivî: “Armanca wî qirkirina gelê Kurd û tunekirina dîroka gelê Kurd. Dixwaze demografiya herêma Kurdistanê biguhure, nasnameya Kurdî tune bike. Lewma divê yekser nûner û siyasetmedarên Kurd yekîtiya xwe ava bikin.”

‘ŞOREŞA ROJAVA ZEMÎNÊ YEKÎTIYÊ AVA KIR’

Ehmed îşaret bi kêmbûna însiyatîfên banga yekîtiyê yên berî Şoreşa Rojava kir û got: “Di Şoreşa Rojava de gelek destkeftî hatine bidestxistin. Lewma divê alî yekîtiya xwe ava bikin û xizmeta berjewendiyên gelê Kurd bikin. Şoreşa Rojava ji misogerkirina yekîtiya neteweyî re fersend e. Ji ber şoreş bi saya berdêlan gel û şervana dane hatiye birêvebirin.”

Siyasetmedar û endamê rêveberiya (PYD) Îdrîs Ehmed helwesta aliyên siyasî rexne kir û got: “Hîn jî di bin siya artêşa Tirk de tev digerin û ev jî xizmeta raya kurdî nake. Lewma heke yekîtiya neteweyî misoger nebe, dê tevgera siyasî ya kurdî bixe xeteriyê de. Li ser vî esasî ez bang li aliyan dikim, ku xizmeta gelê Kurd bikin û gelê Kurd ji qirkirinê biparêzin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AxKn_Fl3WV0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>