​​​​​​​Ebû Erac: Şer plankirî ye armanca wê jî veguhestina çeteyan ber bi Lîbyayê ve ye

Cîgirê fermandarê giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan ( Ebû Erac) got: "Bûyerên li Idlibê rû didin encamên lihevkirinên Astana bi hevkariya Tirkiyê ye. Tirkiye plan dike herêmê ji şêniyên wê vala bike û çeteyan ji bo şer bişîne Lîbyayê.”

​​​​​​​Ebû Erac: Şer plankirî ye armanca wê jî veguhestina çeteyan ber bi Lîbyayê ve ye
29 kanûn, 2019   06:15
ŞEHBA-CAFER CAFO

Rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê beriya çend hefteyan dest bi êrişên xwe li gelek eniyan li gundewarê Idlibê li herêma herî dawîn ji "Herêmên bêçek" kir.

Di rojên êrişê yên yekemîn de hêzên Rejîmê li eniyan pêşketin. Ji aliyên xwe ve şîrovekar dibêjin: "Rejîma Sûriyê û Rûsya ne ji lihevkirina bi aliya Tirk re nedikarîn êrişî Idlibê kiribana. Ev sînaryo li gelek erdîngariya Sûriyê dubare bû."

‘ŞERÊ LI IDLIBÊ ENCAMA CIVÎNÊN ASTANAYÊ YE’

Derbarê vê mijarê de cîgirê fermandarê giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan (Ebû Erac) got: "Tirkiyê dewletek misogerkerê herêmên bê çek e. Bêdengiya wê jî li hember operasyona leşkerî ya dawîn li ser herêmên bêçek îsbat dike ku ew jî şirîkê êrişê ye. Tê zanîn ku "Herêmên bêçek" hîna li Idlibê hene mîna nuqteya nehan li Murk û nuqteya li El-Serman. Li gel pêşketina rejîma Sûriyê di herêma li başûr rojhilatê Idlibê de heya 300 km lê ev nuqte çalak in."

Ebû Erac dît ku ev şer encama lihevkirinên Astana yên 12,13 û 14. Di wan civînan de li ser radestkirina herêmên bêçek ji Rejîma Sûriyê re hate mohrkirin. Di encamê de zêdetirî nîv milyon mirov ji gundewarê Idlibê ber bi çaranûsek ne diyar ve li gel  hatina zivistanê koçber bûn.

‘ARMANC KONTROLKIRINA RÊYÊN NAVDEWLETÎ NE’

Ebû Erac diyar kir ku li gorî lihevkirinên Astanayê rê ji Rejîm û Rûsyayê re tê vekirin ji bo ku her du rêyên navdewletî M4 û M5 kontrol bikin û got: “Tevgerên leşkerî yên Rûsya, Îran û rejîma Sûriyê ji bo pêkanîna wê armancê ye.”

Ebû Erac wiha domand: "Tevahiya şêniyên Sûriyê li hember êrişa li ser gundewarê Marat Numan sekinîn. Lê mixabin hinek koman hêz, çek, nuqte û cabilxaneyên xwe ber bi bakurê rojavayê Seraqibê ve kişandin. Her wiha beriya kontrolkirina Rejîmê bi çend rojan jeneratorên xwe kişandin. Ev paşguhkirina fermandarên wan koman îsbat dike ku di serî de Heyet Tehrîr El-Şam heye.  Ruxmî daxuyaniyên wan, ez tekezim ku ew hevkariyê dikin.”

Ebû Erac destnîşan kir, rêxistinên ku mirovahiyê îdia dikin erkên xwe li hemberî koçberan paşguh kirine.

Ebû Erac wiha berdewam kir: "Bi texmîna min piraniya gelê me ketiye ferqa komployên li dijî wan têne plankirin. Kî bi berjewendiyên gel re ye û kî li dij e. Gelê Sûriyê bi giştî û li Idlibê bi taybet li paş dabînkera Tirk bûn ji bo ku alîkariya wan bike. Lê mixabin Tirkiyê şirîkê Rejîma Sûriyê, Rûsya û Îranê di şerê wan de li dijî vî gelî ye."

‘TIRKIYE DIXWAZE IDLIBÊ VALA BIKE Û ÇEKDARAN BIŞÎNE LÎBYAYÊ’

Cîgirê fermandarê giştî yê Artêşa Şoreşgeran di nav gotinên xwe de ev tişt got: "Tirkiyê bi israra parêzgeha Idlibê mîna ku berê vala kiriye, vala bike. Çawa çeteyan ji eniyên Idlibê kişandin û birin şerê "Kaniya aştiyê", îro jî difikire şêniyên herêmê û komên çekdar veguhezîne. Buroyên leşgerkirina gelê Sûriyê ji bo şerê Lîbyayê ve dike."

Ebû Erac destnîşan kir ku hinek dewletan hebûna Heyet Tehrîr El-Şam an jî komên "Islamî" yên din li Idlibê diparêze ji bo ku hebûna wan ji xwe re bike hincet da ku wêran bike û wiha pê de çû: "Ez ji tevahiya gel re dibêjin, tişta ku Rejîm nekarî bike komên li Sûriyê bi taybet li Idlibê kirin. "

Di dawiyê de Ebû Erac bang li şoreşgeran, azadîxwaz û kesên xwedî şeref kir ku werin ser hişê xwe û wiha got: “Ji ajandeyên derve yên kijan dewletî dibe bila bibe dûr bikevin. Bibin xwediyê yek gotinê. Ji bo ku şêniyên herêmê yên mayî xilas bikin. Idlibê zêdetirî 4 milyon mirov hemêz dike. Ew bi qirkirinê re rû bi rû mane. Em bang li cîhanê dikin ku vê henekê bisekinîn. Ji ber ku Idlib dişewite. Helwestek hevpar diyar bikin ji bo ku êrişên li ser Idlibê rawestînin. Agirbestek li tevahiya Sûriyê ava bikin heta ku gelê Sûriyê ji pêvajoya leşkerî derbasî ya siyasî û aştiyane bibe.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/f8BJT3QN5Dc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>