Navenda Firatê ya Lêkolînan: Ji sedî 78.1 şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zimanê dayîkê dipejirînin

Li gorî rapirsiya Navenda Firatê ya Lêkolînan ku ji sedî 78.1 ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin zimanê xwe yê dayîkê di dibistanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bixwînin.

Navenda Firatê ya Lêkolînan: Ji sedî 78.1 şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zimanê dayîkê dipejirînin
28 kanûn, 2019   12:47
QAMIŞLO

Navenda Firat a Lêkolînan bi civîneke çapemeniyê îro encamên rapirsiya sêyemîn a der barê rewşa perwerdeyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda xwe li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna dezgehên çapemeniyê eşkere kir.

Ev rapirsiya salane ya sêyemîn e û girêdayî rewşa perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, di destpêka meha Îlonê xebat li ser hate kirin, bi destpêkirina êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmehê xebatên wan rawestiyan. Rapirsî ji 6 hezar û 532 kesan ji bajarê Dêrikê, Qamişlo, Hesekê, Kobanê, navçeyên Girê Legê, Çelaxa, Tirbespiyê û Amûdê re hate kirin.

Di civîna çapemeniyê de mûdîrê Navenda Firat a Lêkolînan Silêman Îlyas axivî û wiha destnîşan kir:  "Navendê rapirsiya xwe ya sêyemîn girêdayî rewşa perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha Îlonê de li darxist, dihat payîn ku heta meha Kanûnê bidoma, lê ji ber êrişên Tirkiyê rawestiya."

Paşê Endamê Têkiliyên Derve ya Navenda Firat a Lêkolînan Welîd Çolî encamên rapirsiyê eşkere kir û wiha got: "Rapirsî ji 5 pirsên girêdayî perwerdê pêk hat, pirsa yekemîn der barê eger daxwaz perwerdeya li dibistanên Rêveberiya Xweser an jî li dibistana rejîmê hez dikin. Rêjeya daxwaza dibistanên Rêveberiya Xweser ji sedî 57.9."

Pirsa duyemîn ew bû ka hûn dixwazin perwerde bi zimanê dayikê be lê na, 78.1 %bersiva erê dan. Dîsa li ser pirs ka asta şagirtan li dibistanê Rêveberiya Xweser çawa bû, 33.9% bersiva “baş bû” dan. Pirseke din wiha bû; hûn dixwazin ku yek rêbaz li gorî taybetmendî û rengîniyê herêmê hebe, ji sedî 83.7 beşdarên rapirsiyê bersiva erê dan.

Ev rapirsî ya sêyemîn e ku pêk hat, a yekemîn der barê partiyên siyasî û ya duyemîn der barê rewşa aborî hate kirin.

(jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_c0_Gfpz7E8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>