Li Riyadê, civîna qaşo opozîsyona Sûriyê

Li paytexta Erebistana Siûdiyê Riyadê, îro civîna qaşo opozîsyona Sûriyê ya cara sêyemîn bêyî encam, li dar ket.

Li Riyadê, civîna qaşo opozîsyona Sûriyê
28 kanûn, 2019   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, li paytexta Erebistana Siûdiyê Riyadê civîna qaşo opozîsyona Sûriyê ya cara sêyemîn li dar ket ku tê de 13 kesayet wek nûnerên bi navê desteya dan û standinê hatin hilbijartin.

Piştî civînê daxuyaniya bidawîkirinê hat dayîn ku tê de tiştên nû tune bûn. Tenê bi giştî li ser êrişa li dijî Îranê bû û her wiha jî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê ji dagirkirin û guhartina demografiya wê, nehatin nîqaşkirin.

Torên çapemeniyê beriya civînê ragihand ku Erebistana Siûdiyê hewl dide sazûmaniya opozîsyona Sûriyê bi armanca kêmbûna berjewendiya Tirkiyê di hundirê wê de, biguher.

(fr)