Nêrçîvan Barzanî: Berhem Salih di bin  fişaran de ye û divê alozî bê çareserkirin

Serokê Herêma Başura Kurdîstanê Nêçîrvan Barzanî wiha got: "Serokê Iraqê Berhem Salih di fişarên mezin re derbas dibe û piştrast kir ku çi çareserkirina aloziya siyasî li Iraqê divê li gor bingeha destûr û qanûnê bin."

Nêrçîvan Barzanî: Berhem Salih di bin  fişaran de ye û divê alozî bê çareserkirin
28 kanûn, 2019   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro serokê Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê wiha anî ziman: "Tunebûna aramî û zêdebûna rewşên bigirêk, welat ber bi pêşerojeke nediyar ve dibe. Ji lewre, divê tevahî li gor fêmkirina rewşê, rihekî neteweyî û berpirsiyarî û dûrî fişarên siyasî tev bigerin da ku vê merheleyê li gor rêveçûna destûrê derbas bikin."

Barzanî wiha lê zêde kir: "Bijartina bernamzetekî neteweyî û dertexmînkerî ji serokatiya hikumetî re ku ji hêla hêzên bandorker ve bê qebûlkirin, divê li gor daxwazên rewa yên xwepêşandêr, rewş û berjewendiyên welat, be. Her wiha jî divê piştevaniya hikumeta bê bike ku vê qonaxa demkî ya bê derbas bike û amadekariya hilbijartinên nû bike."

Barzanî piştrast kir ku serokê Iraqê Berhem Salih di fişarên mezin re derbas dibe.

Li tevahî Iraqê xwepêşandan ji destpêka Cotmehê ve berfireh bûn û zêdetirî 500 kes hatin kuştin û xwepêşandêran daxwaza guhartina giştî di sîstema siyasî de kir.

(fr)