HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê û herêma Zapê şehîd bûn eşkere kir.

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir
28 kanûn, 2019   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê û herêma Zapê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 30'ê Hezîrana 2019'an de me ragihandibûn ku di 28'ê Hezîranê de li qada Dawûşa ya navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî kontrayan çalakiyek hatiye kirin. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker li herêmê dest bi operasyonê kir û di şer de ku ji ber operasyonê rû da hevalê me Êrîş (Şaban Karataşli) şehîd bû.

Di 26'ê Mijdarê de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişek hewayî kirin. Ji ber êrişê hevalên me Star (Ferîde Ahmet) û Zîlan (Makbûle Guler) şehîd bûn.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Êrîş Andok

Nav û paşnav: Şaban Karataşli

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayikê: Rûkiye

Navê bav: Kûllîhan

Cih û dîroka şehadetê: 28'ê Hezîrana 2019'an / Çelê

 

Nasnav: Star Cûdî

Nav û paşnav: Ferîde Ahmet

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Navê dayikê: Xanim

Navê bav: Hanîfî

Cih û dîroka şehadetê: 26'ê Mijdara 2019'an / Zap

Nasnav: Zîlan Zana

Nav û paşnav: Makbûle Guler

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê dayikê: Salîha

Navê bav: Mûzaffer

Cih û dîroka şehadetê: 26'ê Mijdara 2019'an / Zap​​​​​​​

Her sê hevrêyên me ku di temenê ciwantiyê de bi polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd hesiyan, tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn û ji roja destpêkê ve bi tevlîbûna xwe ya bi moral û bi coş ji bo bibin gerîlayên profesyonel xwe timî perwerde kirin. Ji bo ku di têkoşîna azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê de li refên herî pêş cih bigirin hevrêyên me Êrîş, Star û Zîlan bi hemû hêza xwe wezîfeyên têkoşînê pêk anîn. Ala têkoşînê ku wan radestî me kirin wê ji bo me hevrêyên wan wezîfeya bingehîn û ya herî girîng be.

Li ser vê bingehê di serî de malbatên me yên hêja yên şehîdên me Êrîş, Star û Zîlan em serxaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê li Kurdistana azad xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin."