Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn tedbîrên pîrozbahiyên sersalê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê ji bo parastina ewlehiyê di di dema pîrozbahiyên sersalê de, gelek tedbîr girtin.

Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn tedbîrên pîrozbahiyên sersalê
28 kanûn, 2019   09:45
HELEBÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de daxuyaniyek parve kir.

Daxuynî wiha ye:

Em cejina Noelê  û sersala zayendî li gelê xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejin di nava aramî û ewlehiyê de were pîrozkirin.

Li gorî vê yekê Ji bo pîrozbahiyên sersalê divê ev tedbîr were girtin:

1- kamyon û sahrîjên navîn û mezin, qedexeye bikevin taxan.

2- Gera bi motorskilêtan bi hemî cûreyên wê heta yên leşkerî, tê qedexekirin.

3-Nabe kombûnên zêde çêbibin.

4-Dema dîtina tevger an madeyeke ne normal, qereqola herî nêzîk tê were agahdarkirin.

5-Ji derveyî qanûn û sîstema heyî, teqandina guleyan ji aliyê welatî an jî hêzên leşkerî û ewlekariyê tê qedexekirin.

6-Divê endamên Hêzên Ewlekariya Hudnirîn ji bo parastina taxê û welatiyên ku cejnê pîroz dikin amade bin û dewriye  heta 24 saetan dewam bike.

Tedbîrên ku hatine rêzkirin ji roja şemiyê 28`ê Kanûna 2019`an de dikeve meriyetê û  heta roja çarşemê 1 Çileya 2020`an dewam dike.

Fermandariya giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Helebê.