Li Meqdîşo teqîn: 50 kes hatin kuştin

Dezgehên çapemeniyê yên herêmî diyar kirin ku li başûr rojavayê Somalê Meqdîşo teqînek bi rêya erebeyeke bombebarankirî pêk hat, 50 kes hatin kuştin.

Li Meqdîşo teqîn: 50 kes hatin kuştin
28 kanûn, 2019   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Radiyo Dalsan a herêmî îro sibehê wiha ragihand: "Hejmara qurbaniyên teqîna xwekujî ku bi rêya erebeyeke bombebarkirî li Afgoye li başûr rojavayê Meqdîşo pêk hat gihaşt 50 kesan."

Çavkaniyên ewlehiyê gotin ku di nav qûrbaniyan de 4 Tirk hene tê texmînkirin ku ew armanca sereke ya teqînê bûn.

Her wiha mixtarê herêmê Omer Fîlîs di daxuyaniyên di Radiyo de wiha got: "Di nav kuştiyan de xwendekarên zanîngeha Benadîr hene."

Çavkaniyên polîsan jî diyar kirin ku erebeya bombebarkirî ofîsa baceyan a li nêzî qutkirina rêyan li Meqdîşo kir hedefa xwe.

Tu aliyan berpirsyariya êrişê negirt ser xwe, lê tevgera "Ciwanan" a girêdayî rêxistina "El-Qayîde" pir caran êrişên mîna vê li welêt pêk tîne.