Lêkolînerekî tûnisî piştperdeyên serdana Erdogan a ji bo Tûnisê, eşkere dike

Lêkolînerê siyasî yê tûnisî Hesan El-Qebî got: “Erdogan çû Tundisê da ku sînorê wê yê bejahî ji bo piştevahiya operasyênên xwe yên li Lîbyayê bi kar bîne.”

Lêkolînerekî tûnisî piştperdeyên serdana Erdogan a ji bo Tûnisê, eşkere dike
28 kanûn, 2019   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Dewleta Tirk hewl dide baskên xwe li herêmê zêde bike da ku bi rêya wan xwe bighîne Deryaya Spî. Ev zêdegaviyên Tirkiyê bi taybet di Lîbyayê de ji aliyê welatên erebî û navdewetî ve tên red kirin.

Têkildarî serdana dawî ya serokkomarê Tirkiyê Tecep Tayyîp Erdogan a ji bo Tûnisê lêkolînerê siyasî yê tûnisî Hesan El-Qebî ji ANHA‘yê nirxandin kir.

El-Qebî di destpêka axaftina xwe de got: “Tirkiye di Deryaya Spî de tevdigere, çi li hewzê başûrê rojhilatê deryayê û çi li hewzê rojava be. Beriya demekê tevahî dewletên başûrê rojhilatê Deryayê Spî li ser vekolandina petrol û gazê ketin nava pevçûnan. Tirkiyê dibîne ku herî bêtir mafê qibrisiyên Tirk di van herêmê de heye.  Lê belê tevahî dewletên herêmê mîna Misr, Yewnanist, Qibris û Îsraîlê vê yekê red dikin. Ev tê wateya ku armancên wan tevahî aborî ye."

‘ERDOGAN HAT TÛNISÊ JI BO KU SÎNORÊ WÊ BI KAR BÎNE’

Hesan El-Qebî bal kişand ser serdana Erdogan a ji bo Tûnisê û got : " Serdana Erdogan a ji bo Tûnisê suprîzek bû. Wekî tûnisî agahiya me jê tinebû, di rêya malpera Anadolu ya Tirkiyê de em pê hesiyan. Ti ajansên Tûnisê qet behsa wê nekirin, ji ber vê yekê dibe cihê gelek fikaran.”

Her wiha serokkomarê Tirkiyê  li Koşka Qeracê daxuya kirin ku hikûmeta Wîfaq hikûmeteke rewa ye. Lê ya rast dixwaze piştgiriya milîsên li wir bike da ku pêşveçûnên artêşa Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter li Terablusê rawestîne."

Lêkolînerê siyasî anî ziman ku Erdogan hate Tûnisê ji bo bi serok Qeys Seîd re mijara vekirina sînorê deryayê yê Tûnisê nîqaş bike û wiha got: “Sala 2011‘an ji bo şandina deseka leşkerî ya Tirkiyê û Qeterê ji milîsên li Terablusê bi rêya bendera Cercîs, piştre di rêya sînorê bejahî bi Lîbyayê re kiribû.”

‘JI BO RAWESTANDINA ZÊDEGAVIYÊN TIRKIYÊ DIVÊ BLOKEKE EREBÎ WERE AVAKIRIN’

Der barê plana Tirkiyê ya di welatên erebî de Hesan El-Qebî got: "Nakokiyên Osmaniyên Tirkî Erebî nakokiyên kevn in, em dîrokê dizanîn, piştî Tirkiyê di şerê cîhanê yê yekemîn de bi bin ket hemû welat radestî rojavayan kir û ev welat di bin parastina Fransayê de ma, Lîbya radestî Îtalyaya kir, Qudis radestî Îsraîlê kir. Yanî ev xeteriya herî mezin a bernameya mêtîngeriya Tirk e ku li welatiyên Ereb re nayê veşartin û divê li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yên xeter bisekinin.”

Herêma erebî di dîroka kevn de li pêşberî gefên persan û Îsraîlê bûn, niha jî li pêşberî gefên tirkan e, ku li ser tevahî welatên ereban xeter e. Lew ra divê di çarçoveya blokeke erebî hevpar kedek li dijî dewleta Tirk were meşandin da ku li hember van gefan bibin bend."

TÛNIS, ERDOGAN DEREWAND

Lêkolînerê siyasî axaftina xwe wiha domand: “Piştî Erdogan vegeriya Enqerê daxuyanî da û got, der barê piştevaniya bi hikûmeta Wîfaq re lihevkirineke tirkî-tûnisî heye. Lê serok Qeys Seîd, Erdogan derewand û got: eger têgihiştinek şaş a tiştê ku li Qesra Qertac çêbû ye, an yek ji wan aliyan bixwaze Tûnis di mijara çareseriya Lîbyayê de têkildar bike. Wê demê Tûnis bi heman dirêjahiyê di navbera hemûyan de disekine û bi vî rengî îdîayên rasterast ên Recep Tayyîp Erdogan derew derdixîne.

Wisa dixuyê ku Tirkiye tevlihev dike. Niha di proseya şantaj û şerê mediyayê de ye, da ku hebûna xwe di konferansa pêşin ya Berlînê de dabîn bike. "

Lêkolînerê siyasî yê tûnisî Hesan El-Qebî diyar kir ku mijara  Sûriyê lihevkirina rûsî-tirkî heye, lê texmîn nake ku di mijara Lîbyayê de lihevkirineke wisa hebe.

ANHA