Malpereke brîtanî: Enqere dê çeteyên ji Sûriyê bişîne Lîbyayê

Li gorî Malpera " Middle East Eye" ya Brîtanyayê ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyan, dewleta Tirk dê çeteyên sûrî bişîne Lîbyayê da ku li dijî hêzên Muşîr Xelîfe Hefter şer bikin.

Malpereke brîtanî: Enqere dê çeteyên ji Sûriyê bişîne Lîbyayê
27 kanûn, 2019   14:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Malperê li ser zimanê rayedarekî payebilind qaşo"opozîsyonê Sûriyê" ragihand ku Enqere bi rastî têkilî bi gelek ji komên çete yên sûrî re pêk aniye ji bo ku wan bişînin Lîbyayê.

Çavkaniyekî tirkî ji heman malperê re got: "Firqeya çeteyan a Siltan Murad ku ji çekdarên tirkmenî pêk tên, di nav wan koman de ne yên ku dê ji bakurê Afrîkayayê werin şandin."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê pêncşemê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk navendên qeydkirina navên kesên ku dixwazin biçin da ku li Lîbya şer bikin, vekirin.

Navendê diyar kir ku 4 navend li herêma Efrîn a bakurê Helebê vekirine ku çekdarên li baregehên girêdayî çeteyên girêdayî Tirkiyê navê xwe qey bikin. Her wiha navendê bi dehan kesên ku berê xwe didin wan navendan da ku tev li şerê li Lîbya di bin parastina Tirkiyê de bibin, belge kir.

Çavkaniyên piştrast kir ku çeteyên bi piştevaniya Tirkiyê ciwan bi dana fonê her mehekê di navbera hezar û 800 heta 2 hezar dolarî de dteşwîq dikin ku tev li şerê li Lîbyayê bibin.

(fr)