Weqfa Tunisê serdana Erdogan red kir û kişandina Tunisê ber bi şerê Lîbya ve şermezar kir

Weqfa Tunisê ya Parastina Mafên Mirovan red kir ku Tunis ji aliyê dewleta Tirk ve ber bi şerê Lîbyayê ve bê kişandin û bang li hêzên navdewletî kir ku binpêkirina serweriya neteweyî ya dewletan û berjewendiyên li dewlemendiyên gelan, rawestînin.

Weqfa Tunisê serdana Erdogan red kir û kişandina Tunisê ber bi şerê Lîbya ve şermezar kir
27 kanûn, 2019   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 25’ê Kanûnê de, Recep Tayyîp Erdogan bêyî agahdarkirinê serdana Tunisê kir. Her wiha jî hat destnîşankirin ku ev serdan ji bo bilindkirina şerê li Lîbyayê ye û kişandina Tunisê ber bi şer ve da ku tê de bibe aliyekê wê.

Di vê çarçoveyê de û ji bo kişandina Tunisê û gelê wê ber bi şer ve, Weqfa Tunisê ya Parastina Mafên Mirovan daxuyaniyek ji raya giştî re der heqê serdana Tirkiyê ji Tunisê re, weşand.

Di daxuyaniya Weqfa Tunisê ya Parastina Mafên Mirovan de wiha hate gotin: "Weqfa Tunisê ya Parastina Mafên Mirovan bi baldarî serdana serokkomarê Tirkiyê ya çarşema 25’ê Kanûnê ya 2019’an a Tunisê re, şopand. Ji ber tu agahî der heqê naveroka wê serdanê de tune ne, hemû nîşane eşkere dibin ku ew serdan ji bo bilindkirina şer di navbera tîmên Lîbyayê, piştevaniya aliyekî li ser hesabê yê dîtir û kişandina Tunisê ya nava vî şerî da ku bibe aliyekî herêmî li dijî yê dîtir. Ji ber vê yekî jî û ji aliyê mafên gelan di diyarkirina çarenûsa wê bi xwe de bêyî tu aliyan, mafên wê yên ewlehî û aştiyê, ku di parçeya yekemîn a madeya 1 ji peymana navdewletî de ya der barê mafên aborî, civakî û çandî li gorî biryara Komeleya Giştî ya NY’yê ya 16’ê Kanûna 1966’an ya ku dewleta Tunisê di 29’ê Mijdara 1986’an li ser erê kiriye, Weqfa Tunisê ya Parastina Mafên Mirovan helwesta xwe ya mirovî wiha diyar dike:

Weqfa Tunisê ya ku diyariya Nobel a aştiyê wergirtiye, bang li desthilatên siyasî yên bilind li Tunisê dike ku nekevin bin xefka xebatên şer ku çi ajoyên wê dibin bila bibin û divê Tunis der barê nakokiyên navdewletî yên dijwar de xwe ragire. Her wiha jî hewl bide rêgeza mafên gel di jiyana aştî de bisepîne.”

Weqfa Tunisê tevahî hêzên navdewletî yên ku destwerdana hundirîn li dewletan dikin ku diruşmên wê ji bo rawekirina destwerdanê çi dibin bila bibin, şermezar kir û bang li rawestandina serweriya neteweyî ya dewletan kir.

Weqfa Tunisê her destwerdaneke leşkerî ya kar û barên hundirîn a gelan bi sûc bi nav kir ku divê berpirsiyarên wê der bar trajeyên mirovî kirine, bên darizandin. Ji ber ku qurbaniyên yekemîn zarok, jin û sivîlan in û ji bilî wê jî koçberî, pergende û wêrankirina welatan jî pêk tê.

Weqfa Tunis bang li serokkomarê Tunisê kir ku li saziyên dewletê vegere û biryarên der heqê ewlehiya netewe û aştiya gelê Tunisê bistîne.

(fr)