El-Asîdî: Em li rex hêzên xwe ne

Şêxê êla Benî Saîd a Minbicê banga hevgirtinê li hember dagirkeriya Tirk û hewldanên wê ji bo derxistina tevliheviyê di navbera  li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

El-Asîdî: Em li rex hêzên xwe ne
27 kanûn, 2019   08:58
MINBIC

Şêx êla Benî Saîd a Minbicê Mihemed Sadiq El-Asîdî teqez kirk u wek êlên Minbicê ew li dijî her mudexeleyek derve di axa Sûriyê de ne û got: “Ji ber ku Sûriya ya gelê xwe ye. Em Sûriyeya bi ax û gelê xwe yek e dûrî mudexeleya derve dixwazin.”

El-Asîdî teqez kir ku yekrêziya refa kurdî rêya tekane ye ji bo ku destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Her wiha teqez kir ku li rex Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk disekinin. Ev hêz ji ciwanên êlan û pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bûne.

El-Asîdî bang li êlên Sûriyê û pêkhateyan kir ku yekitiya xwe ava bikin, ji paçebûnê dûr kevin ji bo ku gola xwînê li Sûriyê rawestînin. Li hember planên parçekirin û dagirkirinê bibin bend û li dijî tevahiya êrişên bîrdozî, borî û leşkerî bisekinin.

Şêx êla Benî Asîdî ya Minbicê diyar kir ku hewldanên parçebûnê li Sûriyê hewldanek biketî ye û wiha axivî: “Ji ber ku piraniya êlan heta tevahiya parêzgehên Sûriyê dirêj dibin û bi êlên din re ji berê ve jiyaneke asayî dijîn.”

El-Asîdî destnîşan kir ku yekîtiya refa kurdî ji bo li pêşiya fîtneya bê girtin pêwîst e û got: “Gelê Sûriyê hevgirtî ne û bi hev re li ser bingeha biratiyê dijîn. Goristanên şehîdan gorên ciwanên tevahiya pêkhateyên herêmê hemêz dikin, mînaka vê yekê ye."

El-Asîdî axaftina xwe wiha domand: “Gelê Sûriyê dilpak e û aloziyên ku niha rû didin. Encamên mudexeleyên ajandeyên derve ne. Yên ku gelê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên wê dikin hede ji bo ku muzeyîka wê parçe bikin.”

El-Asîdî di dawiyê de siyaseta koçberkirinê ya ku Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê dimeşîne ji bo ku axa wî dagir bike şermezar kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_Jo3oL-b4Qc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>