Hûsiyan baregeha Erebistana Siûdî bombebaran kir… kuştî û birîndar hene

Koma Ensarullah ya Hûsiyan ragihand ku baregeha parêzvanên sînor ên Erebistana Siûdî hedef girt û diyar ku kuştî û bi dehan birîndarên leşkerên Erebisana Siûdî hene.

Hûsiyan baregeha Erebistana Siûdî bombebaran kir… kuştî û birîndar hene
27 kanûn, 2019   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê yên girêdayî Koma Ensarullah, serbaz Yeha Serî îro ragihand ku moşekek bi cureya Bedir 1 baregeha fermandariya lîwaya 19’an ku lîwaya parêzvanên sînor ên neteweyî li bîra Esker a Benceran, hedef girt.

Berdevk wiha got: "Hedefgirtin di çarçoveya bersivdayîna rewa û xwezayî ya li ser sûcên rejîma Erebistana Siûdî de pêk hat û ya dawiyê jî sûcê li sûka El-Reqo ya parêzgeha Seîda bû."

Li gorî berdevk, di encama êrişê de, kuştî û bi dehan birîndarên leşkerên Erebistana Siûdî çêbûn.

Li aliyekî dîtir jî kanala El-Mesîra, êvara sêşema borî wiha bi bîr xist: "Artêşa Erebistana Siûdî sûka El-Reqo ya li midûriyeta Menba ya bakurê rojavayê Seîda topbaran kir. Di encamê de 12 kes ji koçberên Afrîkayê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn."

Berdevkê artêşa Yemenê ya girêdayî Koma Ensarullah serbaz Yehya Serî got: "Sûcên rejîma Erebistana Siûdî yên bênavber li dijî gelê me, bi hêsanî derbas nabin û dê rastî bersiv û derbên giran bên."

Duh, berdevkê hêzên Koalîsyonê yên bi serkêşiya Erebistana Siûdî, serbaz El-Rikun Tirkî El-Malikî daxuyand ku fermandariya hêzên hevpar ên koalîsyonê, yek ji encamên hedefgirtinê yên li herêma operasyonan hilgirt ser tîma hevpar ku bûyeran û ziyan û zirarên sivik binirxînin.

(fr)