Mijarên rojnameyên erebî – 27 Kanûn

Rojnameyên erebî yên îro îşaret pê kir ku çavdêran da zanîn ku êdî Idlib rihneya hesabên Rûsya û Tirkiyê ya demkî li erdnîgariya Sûriyê ye, her wiha jî behsa rewşa Idlibê ku êdî mijara yekemîn a dagirkeriya ajandeyên Tirkiyê, kir. Li aliyekî dîtir jî rojnameyan behsa aloziya Lubnan û Iraqê û nerazîbûna erebî û navdewletî ya destwerdana Erdogan li Lîbya, kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 27 Kanûn
27 kanûn, 2019   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, wek mijarên sereke behsa rewşa Idlibê, aloziya Iraqê û Lubnanê û destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê kir.

EL-EREB: ÊDÎ IDLIB RIHNEYA (GARANTÎYA) HESABÊN TIRKIYÊ Û RÛSYAYÊ YÊN DEMKÎ LI ERDNÎGARIYA SÛRIYÊ YE

Rojnameyên erebî vê sibehê bi gelek mijaran behsa rewşa Sûriyê kir ku jê rewşa Idlibê ye. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Pêncşemê, serokê Amerîkayê Donald Trump di yekemîn axaftina li ser operasyona leşkerî ku artêşa Sûriyê û hevalbendên wê ku bûye çend roj li Bakur û Rojavayê Sûriyê pêk tînin de, bang li Sûriyê, Rûsya û Îranê kir ku êrişên xwe li dijî sivîlên Idlibê rawestînin."

Çavdêran got daxuyanî der barê tiştê li Idlibê dibe de, mîna "barsivikkirinekê ye" ku civaka navdewletî biryara bendemayînê daye ku dê mijara li vê parêzgehê ku berîka sereke ya dawîn ya komên opozîsyon û cîhadîstên li Sûriyê, çi bi xwe re bîne.

Çavdêran der heqê rewşa dewleta Tirk de bal kişand ser ku Enqere rûdanên li Idlibê bêyî helwesteke dijber, pêk tîne.

Li aliyekî din jî hin agahî destnîşan dikin ku êdî Idlibê parçeyek ji şerê Terablusê ye û hêzên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên dewleta Tirk berê xwe da Terablusê. Lê hin agahiyên din jî behs dikin ku çekdarên girêdayî komên cîhadîst li Idlibê ji bo piştevaniya milîsên îslamî yên di bin baskên hikumeta El-Wîfaq a bi serkêşiya Fayêz El-Sîrac de, veguhastin Lîbyayê. Ev agahî piştî ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di Hezîranê de metirsiya xwe der barê çûna çekdaran ji herêma Idlibê ber bi Lîbyayê ve eşkere kiriye de, pêk hat.

ŞERQ EL-EWSET: SALIH, ÎSTÎFAKIRINÊ DI SER PAŞGUHKIRINA DENGÊ KOLANÊ RE DIGIRE

Der barê Iraqê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Serokê Iraqê Berhem Salih rûdanên li Iraqê pêk tên, bi navkirina bernamzetiya bloka"El-Benaa" Esed El-Îdanî ya serokwezîrtiyê, piştî ku erkdarkirina wî ya ji bo bersivdayîna "vîna gel" red kir û pêşkêşî îstîfakirinê kiriye, tirsand."

Salih di nameya ji serokê parlamentoyê re wiha got: "Berjewendiya bilind a welat berpirsiyariya neteweyî li ser milê serok bi piştevaniya lihevkirina der barê bernamzetiya serokatiya hikumetê de ye. Her wiha jî bal kişand ser ku pêwîst e bibe hêmana hêdîkirina rewşê û vîna gel bibersivîne."

Berhem Salih piştî ji Bexdayê çû Silêmaniyê, wiha daxuyand: "Ji mentiqê parastina min a li dijî xwînrijandin û aştiya şêniyan ligel rêzdariyê ji mamoste Esed El-Îdanî re, dar barê erkdarkirina wî de lêborînê dixwazim... û îstîfaya xwe datînim pêş endamên parlamentoyê, da ku nûnerên gel li gorî ku çawa guncaw dibînin, hilbijêrin. Her wiha jî bal kişand ser ku divê tevgerên siyasî û parlamentoyê her tim li gorî vîna gel ên giştî, ewlehî û aştiya civakî tev bigerin."

EL-BEYAN: LUBNAN… BINKETINA LIHEVKIRINA SEROKATIYÊ AVAKIRINA HIKÛMETÊ HILWEŞAND

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Piştî "şikandina cerê avê" di navbera serokê Lubnanê Mîşêl Ewin û serokwezîrê berê Seed El-Herîrî de diyar bû ku Lubnan dê derbasî merheleyeke nakokiyên siyasî ya girêktir bibe û dê bi xwe re fişarên mezintir bîne.

ŞERQ EL-EWSET: NERAZÎBÛNA DEWLETÊN EREB Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ JI DESTWERDANA ERDOGAN LI LÎBYAYÊ

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Duh ji ber ragihandina serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan erêkirina xwe ji şandina hêzan li Lîbyayê, nerazîbûna dewletên Ereb û navneteweyî pêk anî, her wiha serokatiya Tûnisê jî xwe ji koalisyona ku Erdogan hewl dide ava bike da ku desteka wî ya leşkerî li Lîbyayê bikin, dûr xist.

Her wiha serokê Misrê Ebdilfettah Sîsî bi rêya telefonê bi serokê Amerîka Donald Trump re û serokwezîrê Îtaliya Giuseppe Conte re îşaret bi girîngiya danîna sînorekî ji destwerdanên derve yên ne rewa li Lîbyayê kirin. Giuseppe Conte destwerdana di dosya Lîbyayê şermezar kir, her wiha Kremlînê jî got ku serok Flademîr Pûtîn fikarên xwe ji destwerdana Enqere li Lîbyayê kir.

Her wiha Sîsî jî bi rêya telefonê bi Trump re îşaret bi girîngiya rola artêşa nîştimanî bi serkêşiya Hefter di tunekirina terorê de kir. Sîsî ev helwest bi rêya telefonê bi serokwezîrê Îtaliya re jî dûbare kir. Conte got ku hikumeta Îtaliya destwerdanên Tirkiyê li Lîbyayê şermezar kir û teqez kir ku welatê wî hewldana çareseriya rewşa heyî dike û aloziya Lîbyayê sererast bike.

(fr-jo)