Hikumeta El-Serac desteka leşkerî ji Tirkiyê xwest

Rayedarek ji paytexta Lîbya Trablusê got, hikumeta Fayiz El-Serac bi awayekî fermî ji Tirkiyê desteka leşekerî ya hawayî, bejahî û deryayî xwest ji bo ku li hember Artêşa Niştimanî şer bike.

Hikumeta El-Serac desteka leşkerî ji Tirkiyê xwest
26 kanûn, 2019   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan di demek berê de gotibû welatê wî li ser daxwaze Trablusê  wê di demek nêz de dibe ku di meha bê de be hêzan bişîne Lîbyayê.

Di dawiya Mijdarê de serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan û serokê hikumeta Trablusê Feyiz El-Serac du lihevkirinên girêdayî xêzkirina sînorên deryayî li Deryaya Spî û hevkariya ewlekarî û leşkerî mohr kirin. Aliyên navdewletî ev lihevkirin rexne kirin, Misr, Yawnanistan û Qibrsê bi tundî red kirin.

Hikumeta El-Serac hefteya derbasbûyî rê li pêşiya mudexeleya leşkerî ya tirkî di Lîbyayê de vekir. Piştî ku lihevkirina hevkariya ewlehî bi Tirkiyê re mohr kir.

Moskova, Washingtonê û gelek dewletan metirsiyên xwe ji ihtîmala şandina Tirkiyê hêzên xwe ji Lîbyayê re anîn ziman.

Dazgehên çapemeniyê bi bîr xistin ku Tirkiyê niyet dike komên çeteyan ji Sûriyê bi rêya axa xwe bişîne Lîbyayê ji bo ku li wir şer bikin.

(şx)