Benî Sebaa: Divê ciwan beşdarî nava QSD’ê bibin

Serok êla El-Benî Sebaa teqez kir ew ê axa xwe biparêzin û ciwanên xwe tev li nav refên Hêzên Sûriya Demokratîk bikin. Her wiha diyar kir ku ew lîstokên rejîma Sûriyê qebûl nakin û wek êlên ereb bi Hêzên Sûriya Demokratîk re hevgirtî ne ji ber ku ew ciwanên wan in.

Benî Sebaa: Divê ciwan beşdarî nava QSD’ê bibin
Benî Sebaa: Divê ciwan beşdarî nava QSD’ê bibin
Benî Sebaa: Divê ciwan beşdarî nava QSD’ê bibin
Benî Sebaa: Divê ciwan beşdarî nava QSD’ê bibin
27 kanûn, 2019   05:35
QAMIŞLO-ŞÎNDA EKREM

Êla Benî Sebaa êlek ji êlên Ereb ên kantona Qamişloyê ye û girêdayî Qabîleya Tay e. Bi dehan ciwanên wê di nav refên Hêzên Sûriya Demokratîk de ne. Serokê êla Benî Sebaa Sêfdîn El-Abdullah bavê 3 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk e; Farês, Mecid û Elaa yên ku di dem û cihên cuda de li herêmên Bakur û Rojhilatê Srûiyê di şerên li dijî êrişên DAIŞ`ê şehîd bûne. Sêfdîn El-Abdullah diyar kir ku gelê herêmê bi hevgirtina xwe DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve tune kirin.

El-Abdullah destnîşan kir ku tevahiya malbatên herêmê êş û zehmetî ji çeteyên DAIŞ`ê kişandin û got: "Wek malbatên şehîdan di vî şerê dijwar li dijî DAIŞ`ê de ji destpêka şoreşê ve me şehîd dan û êş kişand. Bi hevgirtin û israra xwe li ser jiyanê me DAIŞ`ê tune kir."

El-Abdullah destnîşan kir ku gelê herêmê liberxwe da, têkoşiya û rêya şehîdan şopand yanî xeta sêyamîn û wiha domand: "Rêya jiyana bi rûmet û jiyana hevpar dûrî fîtne û siyaseta parçebûnê. Em ê rêya xwe li gorî rêgez û bingehên biratiya gelan berdewam bikin."

Sêfdîn El-Abdullah bal kişand ser ku divê wek êlên Ereb ên herêmê di civînên xwe de piştigiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk re teqez dikin. Her kesê hewl dide wêneya hêzan berovajî bike red dikin û got: "Di civînên li herêma Cizîrê de me qebûl nekir ku beşdaran bi ne rindî behsa hêzê bikin. Me bi tundî vekişandina ciwanên xwe ji hêzê red kir. Her kesê ku wisa dike, armanc dike fîtne û tevliheviyê di navbera pêkhateyên hevgirtî de belav bike."

Em bi xeta parastinê û tevlêkirina ciwanên xwe di refên Hêzên Sûriya Demokratîk de girêdayî ne

El-Abdullah lîstokên Rejîma Sûriyê girêdayî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet hewldanên wê ji bo ku fîtneya di navbera pêkhateyên herêmê de biafrîne şermezar kirin û got: "Em bi parastina axa xwe û tevlêkirina ciwanên xwe di nav refên Hêzên Sûriya Demokratîk de girêdayî ne. Em lîstokên Rejîma Sûriyê û aliyên din qebûl nakin. Wek êlên Ereb em bi Hêzên Sûriya Demokratîk re girêdayî ne ji ber ku ciwanên me ne."

Şêwirmendê ewlekariya neteweyî yê rejîma Sûriyê Elî Memlûk di 5`ê Kanûnê de bi hinek êlên Ereb ên herêma Cizîrê re civiya. Memlûk di civînê de bang li êlan kir ku ciwanên xwe ji refên Hêzên Sûriya Demokratîk bikişînin bi armanca ku wê parçe bike û fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê biafrîne.

Serokê êla Benî Sebaa Sêfdîn El-Abdullah pêwîstiya yekrêziyê teqez kir. ji bo ku pêşiya li êrişên li ser herêmê bê girtin û got: "Di van demên dawîn de me dît çawa artêşa Tirk a dagirker tevahiya pêkhateyên herêmê kir hedef. Dijmin cudahî nake di navbera pêkhateyan de lê belê tevahiya gelê herêmê dike hedef."

Heyêl Sêfdîn El-Abdullah birayê şehîdan Ferês, Mecid û Elaa diyar kir ku şer li ber derî ye û got: "Em li benda kesekî neman ji bo ku alîkariya me bike û me biparêze. Lê belê me hev du girt û em tev li nav refên şoreşê bûn ji bo ku xwe û axa xwe biparêzin."

Heyêl destnîşan kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo parastina ax û gelê wê ava bû û wiha axivî: “Ji bo wê jî fedekariyên mezin dan. Ji ber wê ji tevahiya ciwanên herêmê tê xwestin piştgiriya wê bikin û tev li bibin ji bo ku hêzê xurt bikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LpP3st7KpY0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>