Rêveberiya Xweser bi şêniyên Dêrazorê re civiya

Ji bo nirxandina rewşa siyasî nîqaşkirina rêbazên pêşxistina rewşa xizmetguzarî û ewlehî Rêveberiya Xweser bi şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê re civiya.

Rêveberiya Xweser bi şêniyên Dêrazorê re civiya
26 kanûn, 2019   17:20
DÊRAZOR

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Meclisa Bajarokê Hecînê civîneke berfireh bi beşdarbûna şêniyên gund û bajarokên girêdayî Hecîn, Şefa û Sûsê re li Hecînê li dar xist.

Piştî deqeya rêzgirtin hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş axivî, bal kişand ser girîngiya avakirin û pêşxistina herêmê û got: "Prosesa jinûvekirinê ji prosesên herî zehmet e û Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yê kêm vê yekê dike. Em di rewşeke şer de ne, di şer de qezencî û windahî çêdibin, eger em di şer de biser bikevin wê demê em li gorî baweriya gelê xwe ne."

El-Mihbaş anî ziman ku rewşa herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ‘ê de mabûn zehmet e, lê Rêveberiya Xweser hewl dide ji nû ve ava bike "Gelek kêmasî hene, bi hev re em van kêmasiyan derbas dikin. Ez di wê baweriyê de me ku piştî saleke din li heman cihî em li hev bicivin wê nêrînên ji yên îro cûda derkevin."

El-Mihbaş di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina herêmê û bang li şêniyan kir ku bi hev re li hemberî dagirkeriyê bisekinin, di heman demê de bang li wan kir ku beşdarî jinûve avakirina herêmê bibin.

Di dawiya civînê de Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva pirsên beşdaran ên girêdayî rewşa siyasî û xizmetguzarî da.

ANHA