Rûsya banga aktîvkirina bendên mûzakeriya der barê Idlibê de kir

Wezareta Derve ya Rûsyayê banga aktîvkirina bendên mûzakeriya Rûsya-Tirkiyê ya der barê Idlibê de kir  û xwest "Opozisyona Navîn û terorît" ji hev werin cûda kirin.

Rûsya banga aktîvkirina bendên mûzakeriya der barê Idlibê de kir
26 kanûn, 2019   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezîra Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova ji rojnamevanan re got:   "Em ji aliyê xwe ve hewl didin da ku rewş di bin kontrolê de be, lê tiştekî normal e ku bi hebûna terorîstan li Idlibê re nabe lêborîneke bêsînor hebe. Di vê der barê de Rûsya banga aktîvkirina tevahî bendên mûzakeriya Soçî ya der barê Idlibê ya 17‘ê Îlona 2018‘an dike bi taybet a girêdayî avakirina herêmeke biçêk li wir û cûdakirina opozisyona navîn ji terorîstan."

Zakharova destnîşan kir ku çekdarên li vê herêmê, li gorî meha borî bi awayekî ber bi çav zêde bûne û deverên girêdayî hêzên rejîmê topbaran dikin, di encama topbaran ji destpêka vê mehê ve 90 leşkerî Sûrî hatin kuştin.

Serokê Rûsya Vlademir Putin û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp di Îlona sala derbasbûyî de li ser avakirina "Herêmeke bêçek" li parêzgeha Idlibê bi kurahiya 15-20 km  navbera xeta di bin kontrola rejîma Sûriyê de û komên çete yê girêdayî Tirkiyê de li hev kirin.

Desteya Erkana Giştî ya rejîma Sûriyê roja Sêşemê borî ragihand ku hêzên rejîmê ji destpêka operasyonê ve zêdeyî 40 gund û bajarokên Idlibê xist bin kontrola xwe û bang li sivîlan kiribû ku ji herêmên di bin serweriya çeteyan de derkevin.