Serokê Misrê: Em destwerdanên derve di rewşa Lîbyayê de red dikin

Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî peywendiyeke telefonê bi Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte re pêk anî, diyar kir ku welatê wê hemû mudaxeleyên derve yên di karûbarê Lîbyayê de red dikin.

Serokê Misrê: Em destwerdanên derve di rewşa Lîbyayê de red dikin
26 kanûn, 2019   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Misrê Besam Radî di daxuyaniyekê de ragihand ku El-Sîsî îro Pêncşemê peywendiyeke telefonê bi Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte re pêkanî, herdu aliyan dosyayê herêmê, bi taybet rewşa Lîbyayê gotûbêj kirin.

El-Sîsî ragihand: "Helwesta Misrê ya piştgiriya ewlehî û aramiya Lîbyayê û aktîvkirina îradeya gelê Lîbyayê sabit e. Her wiha piştgiriyê dide keda artêşa netewî ya Lîbyayê ya li dijî rêxistinên terorîst. Ev rêxistinan ne tenê li ser Lîbyayêêmê, lê belê li ser ewlehiya herêmê û herêma Deryayê Spî xeter in."

Serokê Misrê diyar kir ku welatê wê tevahî destwerdanên derve yên di karûbarên navxweyî yên Lîbyayê red dikin.

Serokwezîrê Îtalyayê teqez kir ku welatê wî hewl dide rewşê û aloziya Lîbyayê çareser bike, ku ewehiya tevahî herêmê dixe xeteriyê.

Radî destnîşan kir ku herdu aliyan li ser girîngiya meşandina xebateke hevpar di vê çarçoveyê de lihev kirin.