Rejîm li bejahiya Idlibê bi pêş ve diçe

Li bejahiya rojhilat û başûrê rojhilatê Idlibê di navbera hêzên rejîmê û komên çeteyên ser bi Tirkiyê ve şerên dijwar didomin. Hêzên rejîmê li gelek gundan bi pêş de diçin.

Rejîm li bejahiya Idlibê bi pêş ve diçe
26 kanûn, 2019   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera hêzên rejîmê û komên çeteyên ser bi Tirkiyê ve li rojhilat û başûrê rojhilatê Idlibê bi dijwarî didome.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li hêzên rejîmê li bakurê herêma Ferwan bi pêş ket û gundên Semeke û Newaf xist bin kontrola xwe. Li aliyekî din jî deverên Dêra rojava, dêra rojhilatê, Meret El-Nûman, Zelana, Meret Şemşa, Meret Şemarîn, Telmenis, Xedfa, Babolîn, Meseran, Til Kursiyan, Kiwêris, Til Xetra û Ebû Cerîf bi fûzeyan topbaran dikin.

Bi vê yekê hejmara gundên ku rejîma Sûriyê ji destpêka operasyonê ku 19‘ê Kanûnê destpê kiriye gihaştiye 45 gundan.

Li aliyekî din jî hate ragihandin ku kerwaneke leşkerî ya dagirkeriya Tirk ji deriyê Keferlosîn ê bejahiya bakurê Idlibê derbasî Sûriyê bû. hate gotin ku kerwan herî kêm ji 85 alavan pêk dihan ber bi nuqteya Tirkiyê ya li herêma Îs ê başûrê Helebê ve derket û beşê din berî da Reşidîn ê gundewarê rojavayê Helebê.