Şahoz Hesen: Yekitiya nîştimanî ji bo gelê Kurd mijareke jiyanî ye

Şahoz Hesen destnîşan kir ku mijara yekitiya nîştimanî ya kurdî ji bo gelê kurd mijareke jiyanî ye. Di demekê de ku dengên banga yekkirina refan dikin, bilind dibin.

Şahoz Hesen: Yekitiya nîştimanî ji bo gelê Kurd mijareke jiyanî ye
26 kanûn, 2019   14:52
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo şîrovekirina geşedanên dawî û pêşketinên siyasî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro li hola Seyran a li taxa Cûdî ya bajraê Qamişlo civîneke berfireh li dar xistin.

Bi sedan şêniyên herêma Qamişlo, endamên Meclisa Rûspiyan, endamên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên Saziyên Civaka Sivîl, beşdarî civînê bûn.

Di civînê de, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen der barê geşedanên dawî li herêmê û di nav de êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha axivî: "Derheqê gelên herêmê de siyaseteke navdewletî ya qirêj tê meşandin. Armanc ew e ku îradeya gelê herêmê têk bibin. Gelên herêmê heta astekî karîn vê siyasetê têk bibe."

Hesen diyar kir ku Partiya Yekitiya Demokratîk ji bo çareserkirina doza Sûriyê, xebatekî hêja meşand. Hesen wiha got: "Em niha amade ne ji bo doza kurdî, her tiştê dikeve ser milê me pêk bînin". Her wiha destnîşan kir hêzên dijberî daxwazên gelê kurd, hebûna gelên kurd weke xeteriyekê li ser xwe dibînin."

Hesen wiha domand: "Berê, hebûna kurdan înkar dikirin. Niha jî dibêjin ku daxwazên gelê kurd ne mantîqî ne. Ji hemû sîstemên din ên Kurdistan dagir kirine zêdetir, rejîma Tirkiyê di bin behaneyên weke îslama siyasî û tirkirinê  dixwaze me qir bike. Rejîma Tirkiyê faşîsttirîn rejîmên li cîhanê ye."

Şahoz Hesen diyar kir ku zihniyet û mêjiyê rêveberiya ku hikumetên Tirkiyê bi kar tîne, pir xeter e. li ser dewletên din jî xeterî ye. Hesen bi domdarî wiha got:"Rejîma Tirkiyê aramnc dike ku di bin navê împratoriya Tirkî ya îslamî de hewl dide ku împratoriyeke nû ku li ser şopa Osmaniyan dimeşe, ava bike. Ji ber vê yekê destwerdanê di Lîbya û Iraqê de dike." 

Her wiha diyar kir ku siyaseta Erdogan ji hêzên navneteweyî yên weke Rûsya û Amerîkayê re vegotin û destnîşan kirin ku ev siyaset ne tenê li ser gelê kurd xeterî ye. Lê belê wan ji ber berjewndiyên xwe bêdeng man û wiha dewam kir: "Îro xeteriya siyaseta Erdogan ferq kirin û hewl didin ku çareseriykê jê re binbînin."

Hesen her wiha destnîşa kir ku binpêkirinên ku dewleta Tirk der heqê gelê kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wiha got: "Binpêkirinên dewleta Tirk niha li dijî gelê kurd, ti cûdahiya xwe ji binpêkirinên osmaiyan li dijî gelên ermen, aşûr, ereb û kurdan de beriya sed salî, tine ye."

Her wiha Şahoz Hesen çarenûsa gelê kurd di vê pêvajoyê de bibîr xist û wiha got: "gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê êrişkirin. Hebûna me di xeteriyê de ye. Ji ber vê yekê divê em di zûtirîn dem de refên xwe bikin yek. Yekitiya nîştimanî ji bo gelê kurd niha mijareke jiyanî ye."

Piştre deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hate vekirin. Beşdaran gotinku divê asta tekoşînê were bilinkirin û zext li partiyên û hêzên kurdî were kirin da ku li hemberî xeteriyên li ser gelê kurd. Yekrêziya xwe ava bikin.

(cx)

ANHA