Hikumeta El-Wîfaq: Eger şer giran bibe em ê destekê ji Tirkiyê bixwazin

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker niyet dike hêzan bişîne welatê Lîbyayê Hikumeta El-Wîfaq îro ragihand ku dê ji Tirkiyê daxwaza destekê bike, eger şer li Terablûsê zêde bibe..

Hikumeta El-Wîfaq: Eger şer giran bibe em ê destekê ji Tirkiyê bixwazin
26 kanûn, 2019   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên hundirîn ê hikumeta El-Wîfaq ê Lîbyayê Fethî Başaxa di civîneke çapemeniyê de li paytexta Tûnisê got Terablûs dê bi fermî daxwaza desteka leşkerî ji Tirkiyê bike, eger şer li Terablûsê zêde bibe.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got hikumeta El-Wîfaq daxwaza desteka leşkerî ji wan kiriye û welatê wî dê wê yekê pêk bîne.

Tevgerên Tirkiyê li Lîbyayê hêrsa herêmî û navneteweyî anî, her wiha parlamentoya Lîbyayê diyar kir ku tiştê ku Sîrac pêk anî, xiyaneteke mezin e.

(jo)