Serokkomarê Iraqê: Ez amade me ji peywira xwe istîfa bikim

Ji bo nerazîbûna li hember bernamzetê ku xwepêşandêr ji bo serokatiya hikumetê red dikin, serokkomarê Iraqê Berhem Salih ragihand ku ew amade ye istîfaya xwe pêşkêşî endamên dozgeriyê bike.

Serokkomarê Iraqê: Ez amade me ji peywira xwe istîfa bikim
26 kanûn, 2019   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di daxuyaniyên xwe yên îro de got ew amade ye ku ji peywira xwe istîfa bike, lê belê bernamzetê ku xwepêşandêr ji bo avakirina hikumeta nû red dikin, qebûl nake.

Serokkomarê Iraqê wiha got: "Tevgera xwepêşandanan li ser me ferz dike ku em berjewendiya nîştimanî ya bilind di ser berjewendiyên kesayetî û siyasî re bigirin."

Îro serokkomarê Iraqê parleman agahdar kir ku ew erkdarkirina bernamzet Eseed El-Êdanî ji bo avakirina hikumeta nû red dike.

Ajansa nûçeyan a Iraqê demek berê ragihandibû ku serokkomar ji bo erkdarkirina bernamzetê "Bloka Avakirinê" Eseed El-Êdanî, lêborîn xwestibû.

(cx)

ANHA