Îsraîlê gefa operasyoneke mezin li dijî Xezayê xwar

Piştî ku duh moşek ber bi bajarê Esqelan ê nêzî Xezayê ve hatin avêtin, wezîrên hikumeta Îsraîlê gefên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî Xezayê xwarin.

Îsraîlê gefa operasyoneke mezin li dijî Xezayê xwar
26 kanûn, 2019   12:26
XEZA

Endamê Meclisa Wezîran a Îsraîlê Yoav Galant wiha got: "Îsraîl di rêya destpêkirina operasyoneke leşkerî ya mezin li dijî Xezayê de ye ku divê bingehên lîstokê bide guhertin."

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Îsrael Katz wiha got: "Piştî ku moşek li ser Esqelan hatin avêtin, me siyaseta kuştinê amade kir, em ê kesên ku moşek avêtin, bikujin."

Her wiha wezîrekî din ê Îsraîlê Ofir Okonas jî wiha got: "Çalakiya leşkerî ya mezin dê li Xezayê pêk were, divê derbeyeke mezin li wan bikeve ku bi salan jê rizgar nebin."

Her wiha balafirên Îsraîlê îro serê sibehê gelek caran cihên komên Filistînê û zeviyên çandiniyê bombebaran kirin. Ew yek di encama avêtina moşekan ber bi bajarê Esqelan ve pêk hat, di demekê de ku serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu li bajêr bû.

(jo)