Eşîra Sada El-Tifêhiyîn: Em piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser  

Şêxê eşîra Seda El-Tifêhîn diyar kir ku ew hewldanên ku dixwazin Rêveberiya Xweser wek alîgirên parçebûnê dibînin, red dikin.

Eşîra Sada El-Tifêhiyîn: Em piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser  
26 kanûn, 2019   05:51
HESEKÊ-EHEMED MIHEMED

Hevbendiya Neteweyî ya Sûrî ya muxalefetê tevî ku li ser xaka Sûriyê 2 aliyên bi nakok in, lê hîn jî tewanan li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û dibêjin, "parçekirin e".

Tewan û îdaîyên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demê de hatin ku artêşa Tirk li dijî herêmê êrişan pêk tîne û di 9’ê Cotemehê de herêmê Serêkaniyê, Girê Spî, gundên Til Temir û Eyn Îsayê dagirkir û ji sedî deh rûbera xaka Sûriyê kontrol kir.

Lê îdîayên parçekirinê di nava eşîrên ereban û qada siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî bertekan hatin.

Di vê derbarê de eşîrên ereban bersiva berpirsyarên leşkerî û siyasî yên rejîma Sûriyê dan, her wiha şêxê eşîra Sade El-Tihêh Mihemed Belhelûş bersiva Hevbendiya Neteweyî ya Sûrî ya muxalefetê bi rêya ajansa me da.

Belhelûş got: “Îdîayên berpirsên rejîma Sûriyê û Hevbendiya Sûrî bê bingeh in û em wekî eşîra ereb van îdîayên ku Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê hewldana parçekirina herêma Sûriyê dike red dikin, ji be rem di pêvajoya aloziyê li ser esasê Rêveberiya Xweser bi hev re dijîn.

Belhelûş wiha li axaftina xwe zêde kir, em wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî  êrişên li ser herêmê yek biryar in û ti nakokî di navbera pêkhateyên herêmê de tune ne û îdîayên têne belavkirin bê bingeh in.

Di dawiyê de şêxê eşîra Sada El-Tifêhan Mihemed Belhelûş îdaî û tewanên li dijî projeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir û wiha dawî li axaftina xwe anî, em ê rê nedin van tewanên hewldana parçekirina pêkhateyan dikin.

(eh)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p-Fm1C2PNng" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>