Kadar Pîrê: Daxuyaniyên Welîd Mualim xwestekên Tirkiyê bi cih dikin

Mudîrê Navenda Kurdên Sînor nenas Kadar Pîrê piştrast kir ku daxuyaniyên Welîd Mualim diyar kir ku piştî civîna wan a li Moskovê, danûstandinên wan bi Rêveberiya Xweser sekinîne û ev jî tenê ji bo Tirkiyê razî bike.

Kadar Pîrê: Daxuyaniyên Welîd Mualim xwestekên Tirkiyê bi cih dikin
26 kanûn, 2019   05:41
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Di demeke ku civînên di navbera  şandeyê Rûsya, Tirkiyê û hêzên Rejîmê de bi armanca sekinandina şerên li eniyan têne lidarxistin, di nava çend rojên derbasbûyî de aloziya Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû û Rûsya û hêzên rejîmê êrişên li dijî Idlibê gurtir kirin.

Derbarê geşedanên dawîn de pirs derdikevin holê, li ser vî esasî ajansa me hevdîtin bi Mudîrê Navenda Kurdên Sînor nensa Kardo Pîrê re çêkir.

Kadar Pîrê wiha axivî, sedema bilindkirina asata nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de li aloziya di lihevkirina di navbera her du aliyan de vedigere. Anku lihevkirina ku Sûriyê jî dixe nava xwe. Dewleta Tirk hewldana têkbirina QSD`ê û Rêveberiya Xweser e dike, bermberî vê yekê rejîm û Rûsyayê jî hewldana serwerkirina xaka Sûriyê ye. Lewma nakokî di navbera her du aliyan de derdikeve.Ev jî tê wateya yek ji her du aliyan ne li gorî lihevkirinê tev digere.

Kadar wiha pê de çû:"Di halê hazir de Tirkiyê qala dilnesoziya Rûsya ji soza xwe re dike, QSD`ê dûrî sînor bixe û Rûsya jî behsa binpêkirina Tirkiyê ji radestkirina herêmên Idlibê ji Rejîmê re dike. Jixwe ev jî dê hino hino pêk were, tenê ji bo xwe sûcdar dernexîne û xwe ji radestkirina herêman dûr bixe."

Lihevkirina di navbera her du aliyan li ser esasê serweriya rejîmê ji Idlibê re, têkbirina QSD`ê û Rêvberiya Xweser e. Jixwe dê piştî ku Tirkiyê Sûriyê kontrol bike, lê dema siyaseta wê li Sûriyê îflas kir armanca Tirkiyê tenê tunekirina Rêveberiya Xweser e.

Kadar Pîrê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Guhartinên navdewletî, venekişandina Amerîkayê û hin hêzên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê man hişt ku guhertin di helwestan de çêbibin. Ev jî bû semeda nakokiyên di navbera her du aliyan de, li gel ku li herêmê guhartineke giştî çêbû û ya herî girîng di van guhartinan de dosaya Lîbayayê bû. Rûsya ji bo Tirkiyê derbas nebe, zextê lê dike, lê Tirkiyê ji ber siyaseta wê dagirkeriyê dê derbas bibe û Rûsya jî dixwaze Tirkiyê soza xwe li Sûriyê pêk bîne û ji herêmên Idlibê vekişe nexasim ji rêya M4. Jixwe di harlê hazir de hêviya rejîma Sûriyê ev e.Lê hevpeymana giştî radestkirina herêman ji rejîmê û Rûsyayê re ye û beramberî vê yekê dê alîkariya Tirkiyê di têkbirina QSD`ê de bikin.”

Kadar Pîrê wiha da zanîn: “Civînên li Moskovê û şerê li Idlibê rastî hev hatin. Ez bawerim  danûstandinên vê carê di navbera Rejîmê û Tirkiyê de rasterast bûn û gihaştin lihevkirinekê. Ji ber vê yekê wezîrê karê derbe yê rejîmê Welîd Mualim bi daxuyaniyekê got, danûstandinên di navbera rejîmê û Rêveberiya Xweser de sekinîne, armanc ji vê daxuyaniyê jî razîkirina dewleta Tirk e, ji ber xwestekek ji xwestekên wê diyalogên Sûrî-Sûrî tune bin. Muhteml e ku Tirkiyê bi rêya Rûsya zextê li rejîmê dike û bi vî awayî QSD`ê têk bibin.Di milekî din de domdar rejîmê buhana ku QSD`ê diyalogan naxwaze derdixist pêş.”

Kadar Pîrê wiha got: “Lê me dît ku bi lidarxistina van civînan re, eniyên li Idlibê hêmin bûn û çeteyên piştgiriya xwe ji Tirkiyê werdigirin vekişiyan.”

Pîrê derbarê serencamên civîna li Moskovê wiha axivî: “Tevî nêrînên ji civînan derketine hîn jî ne zelal in lê dahurandin û xwendina ji civînan re wiha amaje dikin. Bi awayî gitşî derbarê Sûriyê, QSD`ê û dosya Lîbayê li hev kirin hene. Dibe ku Lîbayayê beramberî Idlibê e, ji ber hêzên Koolîsyonê rê nadin ku Rûsya sozên xwe bi Tirkiyê bicihbîne û axaftina wezîrê karê derve yê rejîma Sûriyê yên derbarê rawestandina danûstandinên bi QSD`ê re tenê ji bo razîkirina Tirkiyê ye.”

Pîrê wiha domand: “Serê sedî sed li hev kirin hene, berî niha Efrîn bû ew jî lihevkirina di navbera Rûsya, Tirkiyê û Rejîmê de bû. Li ser asta Soçî be û çi jî li ser asta Astanayê be, li gel ku piştî Tirkiyê di dargirkirina Sûriyê de bi bin ket. Hin tiştên veşartî jî hene, wekî ku berpirsên wan ragihandin nexasim Erdogan dema ku got, ji mafê me ye em ji Helebê heta bi Kerkûkê serwer bikin, lê siyaseta wî bi saya QSD`ê û Rêveberiya Xweser têk çû. Niha jî hewldana tunekirina projeya Rêveberiya Xweser û guhartina demografiya herêmê dike, ev jî cîhan pêk ve alîkariya wê dike.”

Mudîrê Navenda Kurdên Nensa Kadar Pîrê wiha dawî li hevdîtinê anî: “Tiştên niha rû didin, tenê beşek ji hevpeyamê ye. Lê li ser asta cîhanê diyalogên nû hene û Tirkiyê bû beşek ji Rûsya, Îran û Çînê, di vir de di baweriya min de Lîbayayê beşek ji lihevkirinê ye. Di demeke nêz de em bibin şahidê ku Rûsya rê dide Tirkiyê û rasterast derbasî Lîbayayê dibe. Jixwe ev jî dê bi piştgiriya terorîstan be û di serî de jî Îxwan El-Muslimîn ên ku wekî dayîka rêxistinên terorîstan tê dîtin.”

(eh)

ANHA