Partiya Pêşerojê ya Sûriyê semînerek girêdayî koçberiyê li Helebê lidar xist

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Helebê li taxa Şêxmeqsûd semînerek bi navnîşan "Koçberî û koçberkirina bi zorê" orgenîze kir. bi dehan endamên partiyê û şênî tev li semînerê bûn.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê semînerek girêdayî koçberiyê li Helebê lidar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê semînerek girêdayî koçberiyê li Helebê lidar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê semînerek girêdayî koçberiyê li Helebê lidar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê semînerek girêdayî koçberiyê li Helebê lidar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê semînerek girêdayî koçberiyê li Helebê lidar xist
25 kanûn, 2019   18:10
HELEB-ARÊF SILÊMAN-MIHEMED EBDO

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Helebê li taxa Şêxmeqsûd semînerek bi dirûşmeya "Koçberî û koçberkirina bi zorê" lidar xist.

Bi dehan endamên partiyê, saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî tev li semînerê bûn.

Di semînerê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşrojê ya Sûriyê ya Efrîn û Şehbayê Reşîd Mihemed Reşîd axivî û di nav semînerê de sinevîzyonek girêdayî mijarê hate pêşendan.

Koçberî û cureyên wê tevî sedem û encamên wê di semînerê de hatin pênasekirin.

Reşîd her wiha behsa rewşa koçberkirina bi zorê ya ku rastî şêniyên Efrînê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser destên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine kir.

Reşîd di nav axaftina xwe de diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê gelek binpêkirin ji komkujî, qirkirina nejadî, qetilkirina zarokan, jinan tevî wêrankirina maln sivîlan, talankirina şûwarên dîrokî û wêrankirina cihên dîrokî.

Di nav semînerê de deriyê nîqaşê ji beşdaran re hate vekirin û bersîva pirsên wan hate kirin.

(şx)

ANHA