Li Eyn Îsayê bi dirûşmeya "Dorpêça we me naşkîne" maçek futbolê li dar ket

Bi dirûşmeya "Dorpêça we me naşkîne" Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Girê Spî bi koordîneya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Eyn Îsayê maçek dostane di navbera tîmên Kobanê û Girê Spî orgenîze kir.

Li Eyn Îsayê bi dirûşmeya "Dorpêça we me naşkîne" maçek futbolê li dar ket
Li Eyn Îsayê bi dirûşmeya "Dorpêça we me naşkîne" maçek futbolê li dar ket
Li Eyn Îsayê bi dirûşmeya "Dorpêça we me naşkîne" maçek futbolê li dar ket
Li Eyn Îsayê bi dirûşmeya "Dorpêça we me naşkîne" maçek futbolê li dar ket
Li Eyn Îsayê bi dirûşmeya "Dorpêça we me naşkîne" maçek futbolê li dar ket
Li Eyn Îsayê bi dirûşmeya "Dorpêça we me naşkîne" maçek futbolê li dar ket
25 kanûn, 2019   15:39
EYN ÎSA

Ruxmî êrişên domdar li dijî gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê lê werzîşvanên herêmê gotin: "Dorpêça we me naşkîne."

Werzîşvanên Girê Spî helwestên xwe bi rêya maçek dostane di navbera tîmên Kobanê û Girê Spî de li stada Eyn Îsayê rave kirin.

Beriya maçê lîstokvanê Tîma Kobanê Mezlûm Hemo daxuyaniyek bi navê werzîşvanên herêma Firatê xwend. Di daxuyaniyê de Hemo êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Her wiha berxwedana li hember wan êrişan teqez kir.

Werzîşvanan bi rêya daxuyaniya xwe bang li NY û Konseya Ewlekariyê kir ku vegera ewlw ya şêniyên bi zorê ji warên xwe koçber bûne dabîn bikin.

Piştî wê maç destpê kir û bi serketina Tîma Girê Spî bi encama 3-2 bi dawî bû.

Têkildarî maçê hevserokê komîteya Ciwan û Werzîşê Ismaîl El-Xidir destnîşan kir ku bi rêya lidarxistina maçê ew nameyekê didin tevahiya ku gelê herêmê bi tevahiya pêkhateyên xwe bi axa xwe û parastina wê ve girêdayî ne. Her wiha teqez kir ku lidarxistina çalakiyên werzîşî li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heya vegerê û rizgarkirina axa dagirkirî ji Tirkiyê û çeteyên wê berdwam e.

(şx)

ANHA