Li Kobanê merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê merasîma oxirkirinê ji 7 şehîdên Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê yên ku di Berxwedana Rûmetê de Şehîd bûne lidar xist.

Li Kobanê merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Kobanê merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Kobanê merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Kobanê merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Kobanê merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê
25 kanûn, 2019   14:55
KOBANÊ

Merasîm li Goristana Şehîd Dîcle bi tevlibûna bi hezaran şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li dar ket.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navên Partiya Yekitiya Demokratîk endamê Têkiliyên Dîplomasî Ehmed Şêxo û Kongreya Star endama Koordînasyona Giştî ya kongreyê Elmaz Rûmî axaftin hatin kirin.

Axaftvanan destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe li ser herêmê armanc dike dagir bike, demografiya wê biguhere bi armanca nasnameya wê tune bike.

Her wiha diyar kirin ku şehîdan bi fedekariyên xwe dengê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihandin cîhanê. Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiyê dan.

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Navên şehîdan wiha ne:

Ehmed Hecî (Dilovan), Mehmûd Ehmed (Kendal), Elî Berkl( Egîd), Mihemed Bekir (Kelhat), Nebo Hesen( Aram Can) Ehmed Bozan(Kerîm) û Mihemed Bedirxan(Dilbirîn).

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aPC4ozVJ8KA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>