QSD`ê encamên 77 rojên Berxwedana Rûmetê eşker kirin

Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê encamên 77 rojên Berxwedana Rûmetê eşkere kirin.

QSD`ê encamên 77 rojên Berxwedana Rûmetê eşker kirin
25 kanûn, 2019   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk daxuyaniyek da raya giştî û tê de encamên 77 rojên Berxwedana Rûmetê li dijî artêşa Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di hewldanekê de ji bo ku qada dagirkirina xwe fireh bike û sivîlan ji herêmê bide koçberkirin êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

SERÊKANIYÊ:

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên Til Hermel, Im Şîfa, Ebdulhey û derdora wê yê ku dikeve ser xeta Serêkaniyê û Til Temirê kirin. Her wiha herêm rastî topbaranek dijwar hat. Di encamê de zirar bi milkên sivîlan hat.

EYN ÎSA:

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û bidijwarî êrişî jîngehan li gundên Xirbet Beqer û Kentarî yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê.

Di encama topbaranê de zirar bi milkên hat û hejmarek şênî neçar man ji herêmê koçber bibin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe li gundê Xerîce kom dike û tevgerên xwe li herêmê zêde dike.

(şx)

ANHA