Şêniyên Tebqayê şehîdên êrişa li dijî Avahiya Gerînandeya Bazirganiyê oxir kirin

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê cenazeyên parêzvanên (nobetdarên Avahiya Gerînendeya Bazirganiyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demoktratîk oxir kirin. Osman Hebeş û Xalid El-Ehmed ên ku di êrişa şaneyê DAIŞ`ê de li dijî avahiya gerînendiyê şehîd bûne.

Şêniyên Tebqayê şehîdên êrişa li dijî Avahiya Gerînandeya Bazirganiyê oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdên êrişa li dijî Avahiya Gerînandeya Bazirganiyê oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdên êrişa li dijî Avahiya Gerînandeya Bazirganiyê oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdên êrişa li dijî Avahiya Gerînandeya Bazirganiyê oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdên êrişa li dijî Avahiya Gerînandeya Bazirganiyê oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdên êrişa li dijî Avahiya Gerînandeya Bazirganiyê oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdên êrişa li dijî Avahiya Gerînandeya Bazirganiyê oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdên êrişa li dijî Avahiya Gerînandeya Bazirganiyê oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdên êrişa li dijî Avahiya Gerînandeya Bazirganiyê oxir kirin
25 kanûn, 2019   14:45
TEPQA

Şêniyan cenazeyên her du şehîdan ji Nexweşxaneya Watanî ya Tebqayê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtine li gel torenek leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Sûriya Demokatî ve destpê kir.

Paşê gelek axaftin bi navên  Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê endama rêveber Emîne Ebdulrezaq, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hevserokê Komîteya Aborî Ehmed Silêman û Meclisa Sivîl a Tebqayê hevserokê meclisê Elûş El-Ebid hatin kirin.

Axaftvana diyar kirin ku terora li dijî gelê herêmê tê kirin tirsê nake dilê şêniyan lê belê wê israra wan li ser berxwedanê lidijî gefên domdar zêde bike.

Her wiha teqez kirin ku gelê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên xwe lihevkirinên navneteweyî yên ku li ser hesabê bêgunehan pêk tên red dike.

Piştî bidawîbûna axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Reşe El-Taha wesîqeyên şehadeta her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiyê de girseya gel cenazyên şehîdan di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

Her du şehîd nobetdarên avahiya Gerînandeya Bazirganiyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Tebqayê bûn. Çeteyên DAIŞ`ê dAi 23`ê Kanûnê de êrişî avahiyê kirin. Di encamê de Osman Hebeş û Xalid El-Ehmed şehîd ketin û karmendeke gerînandeya birîndar bû.

Beriya mehekê jî çeteyên DAIŞ`ê serokê Mala Gel a taxa El-Buheyra li başûrê bajarê Tebqayê dema li ser erka xwe bû qetil kir.

(şx)

ANHA