Pêkhateyên Tirbespiyê cejna Noelê li xiristiyanan pîroz kir

Pêkhateyên Tirbespiyê yên Kurd û Ereb berê xwe da Dêra Meryem El-Ezra, navenda hêzên Sotoro û buroya Partiya Yekitiya Suryan û cejna Noelê li wan pîroz kir.

Pêkhateyên Tirbespiyê cejna Noelê li xiristiyanan pîroz kir
Pêkhateyên Tirbespiyê cejna Noelê li xiristiyanan pîroz kir
Pêkhateyên Tirbespiyê cejna Noelê li xiristiyanan pîroz kir
25 kanûn, 2019   13:53
QAMIŞLO

Xiristiyanên li navçeya Tirbespiyê îro berê xwe da Dêra Meryem El-Ezra da ku ayîna bi boneya cejna Noelê bikin. Ev cejn ji girîntirîn cejnên xiristiyanan e.

Piştî rê û resmên cejnê, pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ji Kurd û Ereb berê xwe da Dêra Meryem El-Ezra, navenda hêzên Sotoro û buroya Partiya Yekitiya Suryan da ku cejna Noelê û sersalê li wan pîroz bikin.

Pêkhateyan di serdana xwe de diyar kir ku pêkhateyên herêmê bi yekrêziya xwe li dijî hemû hewldanên ku ewlehî û îstiqrara wan dike armanc sekinî û têkbirina êrişên Tirkiyê mînakek e. Her wiha diyar kirin ku projeya neteweya demokratîk parastina hevgirtina neteweyan e.

ANHA