Xiristiyanan cejna Noelê pîroz kir û hêvî kir ku koçber vegerin warên xwe

Xiristiyanên li kantonên Hesekê û Qamişlo yên herêma Cizîrê cejna Noelê pîroz kir û hêvî kir ku aştî û ewlehî li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bê.

25 kanûn, 2019   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 25`ê Kanûnê cejna Noelê ye ku ji girîngtirîn cejnên xiristiyanan e û salvegera jidayikbûna Îsa Mesîh e.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CbG9F6y52V0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Xiristiyanên Hesekê dest bi rê û resmên cejna Noelê kir ku şêniyan berê xwe da dêran, paşê agir pêxistin ku yek ji sembolên cejnê ye.

Pêkhateyên bajarê Hesekê ji xiristiyan, Kurd û Ereb amade bûn. Paşê şîranî li zarokan hat belavkirin.

Xada Cemîle ji pêkhateya Suryan ji ANHA`yê re axivî û wiha got: "Her sal cejna mîladê pîroz dikin, dara ku sembola dara jiyanê ye, dixemilînin. Li serê darê stêrkekê ku stêrka rojhilat e, datînin, ji ber ku Mesîh li rojhilat ji dayik bû."

Cemîle wiha domand: "Em serê sibehê serdana dêrê û şêniyan dikin û xelatan belav dikin."

Cîhad Êlya jî wiha got: "Em hêvî dikin aştî û ewlehiyê li hemû cîhanê û taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bê û dixwazin koçber li bajarê xwe vegerin."

QAMIŞLO

Xiristiyanên Qamişlo cejna Noelê pîroz kir û hêvî kir ku aştî li cîhanê, bi taybet li Sûriyê pêk were.

Xiristiyanên bajarê Qamişlo ji seatên sibehê ve piştî lêdana zengilên dêran berê xwe da dêrên bajêr da ku rê û resmên olî pêk bînin. Merasîma pîrozkirinê li Dêra Marî Yeqûb a Nisîbînî pêk hat.

(jo)

ANHA