Balafireke şer a Îranê kete xwarê

Torên çapemeniyê yên Îranê ragihand ku balafireke şer a Îranê li herêma Serdabe, piştî li lûtkeya çiyayê Seblan ê parêzgeha Erdebîlê ya bakurê rojhilatê Îranê ket, rûxiya û pîlotê wê jiyana xwe ji dest da.

Balafireke şer a Îranê kete xwarê
25 kanûn, 2019   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Radyo û Televîzyonê ya Îranê ragihand ku serbazê pîlot Rihmanî ji baregeha Tebrîz a asîmanî ya girêdayî artêşa Îranê bi hewa ket û di rûxandina balafira şer de jiyana xwe ji dest da.

Desteyê li ser zimanê berpirsê Komeleya Heyva Sor a parêzgeha Erdebîlê Ramîn Meibodî daxuyand ku balafir piştî li lûtkeya çiyayê Seblan ketiye, rûxiya û tîm li parçeyên wê digerin.

Di Tebaxa borî de, balafira sivîl a perwerdeyê li bajarê Xermesar ê parêzgeha Semnan li naverasta Îranê rûxiya û di encamê de du kesên tê de, jiyana xwe ji dest da.

(fr)