Aldar Xelîl cejna Noelê pîroz kir

Aldar Xelîl cejna Noelê li gelê xiristiyan pîroz kir û hêvî kir ku di sala bê de aramî û ewlehî li herêmê serwer be.

Aldar Xelîl cejna Noelê pîroz kir
25 kanûn, 2019   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro cejna Noelê ye ku ji girîngtirîn cejnên xiristiyanan e û salvegera rojbûna Îsa Mesîh e. Di vê derbarê de endamê Desteyê Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk  (TEV-DEM) Aldar Xelîl bi rêya hesabê xwe yê Twitterê, cejna Noelê li hemû pêkhateyên gelên xiristiyan û cîhanê pîroz kir.

Xelîl her wiha hêvî kir ku bi hatina vê cejnê re, hezkirin û aştî li Sûriyê û herêmê û seranserê cîhanê belav bibe.

Peyama Aldar Xelîl wiha ye: "Em rojbûna Îsa Mesîh li hemû pêkhateyên gelên xiristiyan û cîhanê pîroz dikin û hêvî dikin ku hezkirin û aştî li Sûriyê, herêmê û seranserê cîhanê belav bibe."

(cx)

ANHA