Beşa yekemîn a mazotê li 18 hezar malbatan hate belavkirin

Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Til Hemîsê beşa yekemîn a mazotê ji 18 hezar malbatan re belav kir û dest bi beşa duyemîn kir.

Beşa yekemîn a mazotê li 18 hezar malbatan hate belavkirin
25 kanûn, 2019   11:13
QAMIŞLO

Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Til Hemîsê ya girêdayî herêma Cizîrê beşa yekemîn a mazotê li şêniyên 350 komînan belav kir ku li ser meclisan girêdayî navçeya Ebo Cirin, Til Ehmed, Ceza û Ekaz belav in.

Mazota ku li 18 hezar malbatan hate belavkirin, 3 milyon û 600 hezar lître ye û dest bi beşa duyemîn kir. Endamê komîteya sotemeniyê li Til Hemîsê Ebdilxenî Xenam wiha got: "Me beşa yekemîn di 20`ê Tebaxa çûyî de belav kir, bi rêya 7 sehrîcan mazot li gundewaran belav kir û 200 lître ji her malbatekê re bi 15 û 600 lîreyên Sûriyê hate belavkirin."

Xenam teqez kir ku mezot li 18 hezar malbatan hate belavkirin û wiha got: "Belavkirin bi rêya komînan bi amadebûna endamê Komîteya Sotemeniyê û endamekî ji meclisan hate belavkirin."

Dihat payîn ku çalakiya belavkirina beşa yekemîn a mazotê di destpêka meha Kanûnê pêk bihata, Xenam da xuyakirin sedemên derengmayîna belavkirina mazotê ji ber êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku nirxê bermîla mazotê bi 15 hezar lîreyên Sûriyê ye, pişt veguhastina wê li gundan bi rêya sehrîcan, nirxê wê dibe 15 hezar û 600 lîreyên Sûriyê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kLgWBkHrW_Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>