PYD: Noel cejna nûkirina soza biratî û aştiyê ye

Meclisa Giştî ya PYD`ê bi boneya cejna Noelê, xiristiyan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir, her wiha diyar kir ku hemû pêkhateyên herêmê bi kêfxweşî û xemginiyê bi hev re ne. PYD`ê hêvî kir ku sala 2020’an bibe sala xilasiya ji terorê.

PYD: Noel cejna nûkirina soza biratî û aştiyê ye
25 kanûn, 2019   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya cejna Noelê, Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û cejn pîroz kir, her wiha hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya sala nû pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Di van rojan de boneyên Noel û sersalê ne, ew çavkaniya ku dihêle mirov li rastiya pêk hatiye, vegere, her wiha dubarekirina daxwazên wê ye.

Tevî ku herêmên me rastî dagirkerinê, ji aliyê hêzên tarî bi fermandariya faşîzma Tirkiyê ve, tên, lê em dibînin ku yekbûn, tevlêbûna xwîna şehîdên me û berxwedana me di yek xendekê de ye, ji xiristiyan, êzidî, elewî û misilman. Da ku parastina rûmet û nirxên mirovî bikin mîna wateyên mîladê ye, ew kefîl e ku serkeftinê ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk bîne.

Em di hewaya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bi kêfxweşî û xemginiyê bi hev re ne û nanê xwe li hev parve dikin.

Em wek Meclisa Giştî ya PYD`ê birayên xwe yên xiristiyan pîroz dikin, her wiha hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala nû li wan pîroz dikin. Her wiha hêvî dikin ku sala 2020’an bibe xelasiya terorê û kesên wê ava dikin, da ku bi mirovahiyê re di cîhaneke aştiyane de bijîn.”

ANHA