Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda keşfkirina zû ya penceşêra pêsîran

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê navenda keşfkirina zû ya penceşêra pêsîran a yekemîn bi amûrên nû hatiye amadekirin. Navend bê pere xizmetê pêşkêşî jinan dike.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda keşfkirina zû ya penceşêra pêsîran
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda keşfkirina zû ya penceşêra pêsîran
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda keşfkirina zû ya penceşêra pêsîran
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda keşfkirina zû ya penceşêra pêsîran
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda keşfkirina zû ya penceşêra pêsîran
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda keşfkirina zû ya penceşêra pêsîran
25 kanûn, 2019   07:15
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN-BASIL REŞÎD

Di van demên dawîn de nexweşiya penceşêr zêde belav bûye. Ji cureyên vê nexweşiyê ya herî zêde di nav jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûye, penceşêra pêsîran e. Ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vê nexweşiyê Heyva Sor a Kurd di 1`ê Cotmehê de navendeke pispor ji bo keşfkirina zû ya penceşêra pêsîran vekir. 

Penceşêra pêsîran di tevnên pêsîran de derdikeve. Ji nîşaneyên wê şiklê pêsîrê tê guhertin, komek goşt tê de çêdibe, cerm dihilise yan jî lekeyên sor an jî lekeyên hilisandî derdikevin. Dema nexweşî di laşê mirov de belav dibe, gelek bandorên din derdikevin; hestî diêşin, xidêyên limfî diwerimin, nefes teng dibe yan jî çerm zer dibe.

Ev navend li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn e. Armanc dike alîkariyê ji jinan û xwediyên qûtên sînordar, her wiha ji tevahiya nexweşan re dermankirin bê pere pêşkêş bike.

Navend bi amûrên tenduristiyê yên nû mîna mamografî û îkogdoblir hatiye amadekirin. Mamografî amûreke ku pêsîran bi rêya tîrêjan dikişîne ji bo ku penceşêra pêsîrê keşf bike. Amûra îkogdoblir damarên xwînê bi rêya bikaranîna pêlên serdeng dikişîne. Tengbûn, girtin, gorankirin û firehbûna damarên xwînê dinirxîne.

Heyva Sor a Kurd bi rêya navenda xwe armanc dike ku destekê ji ji jinan re pêşkêş bike û barê derketina derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca dermankirinê sivik bike.

Navend ji sê odeyan û yek a pêşwazîkirinê pêk tê. Di navendê de 6 jinên di warê bikaranîna amûrên radyografî, mamografî, îkodoblir de pispor, çavdêrek û pisporeke derûniyê dixebitin.

Navend pêşwaziya jinên nexweşên penceşêra pêsîrê bi wan re hene û jinên dixwazin tenduristiya xwe teqîb bikin, dike. Li navendê celseyên ji bo zanakirina jinan ji aliyê tenduristiyê ve têne dayîn.

Gerînendeya navendê Rojda Ehmed Emîn Silêman girêdayî mijarê got: "Divê tevahiya jin ezmûnên  tenduristiyê çêkin ji bo ku nexweşiya penceşêrê zû keşf bikin. Ezmûna keşfkirina zû ya penceşêra pêsîran li mal jî tê kirin mîna ezmûnkirina bijîşkî û xweser."

Rojda Silêman bang li tevahiya jinan kir ku eger di pêsîrên wan de guhertin pêk hatine, mîna vekişîna sermemikê, hilisîna çermê sermemikê yan jî sing, zêdebûna hecimê memikê, derketina kutleyan di sing de yan jî di bin çeng de. Her wiha bang li tevahiya jinan kir ku werzîşê bikin.

Pisporê zanakirina tunduristî û desteka derûnî Fatme Abdullah jî destnîşan kir ku di navendê de jinan ji aliyê derûnî ve zana dikin û wan fêrî teqîbkirina xweser dikin.

Navenda keşifkirina penceşêra pêsîran piştî vekirina Nexweşxaneya Dil û Çav li bajarê Qamişlo hate vekirin ku hesibandin û barê derketina derveyî herêmê ji bo dermankirinê li ser şêniyên herêma Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê sivik bike.

 (şx)

ANHA