Li Şehbayê ezmûnên serdema yekemîn dest pê kir

Li kantona Şehbayê û navçeya Şêrewayê ezmûnên sala xwendinê ya 2019-2020`an dest pê kir. Xwendekarên qonaxa amadehî û navîn li 67 dibistanan derbasî ezmûnên xwe dibin.

Li Şehbayê ezmûnên serdema yekemîn dest pê kir
Li Şehbayê ezmûnên serdema yekemîn dest pê kir
Li Şehbayê ezmûnên serdema yekemîn dest pê kir
Li Şehbayê ezmûnên serdema yekemîn dest pê kir
Li Şehbayê ezmûnên serdema yekemîn dest pê kir
25 kanûn, 2019   08:16
ŞEHBA - FÎRAS ÎBRAHÎM

3 hezar xwendekarên qonaxa amadehî û navîn ên ji kantona Efrînê ku ji ber êrişên artêşa Tirk koçber bûne, li 67 dibistanên li navçeya Ehdas, Banîs, Til Rifet û navçeya Şêrewayê dixwînin.

Piştî 3 mehan ji derbasbûna sala xwendinê ku ji 23`yê Kanûnê de dest bi ezmûna xwe ya yekemîn kir. Tê zanîn ku Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk pirsên ezmûnan nivîsandine.

Rêvebera Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Narîman Seydo diyar kir ku komîteyê li gorî karînên xwe proseya xwendinê ji xwendekarên Efînê re li hev anî.

Narîman Seydo got îsal hejmara xwendekarên qonaxan zêde bû û gihaşt 15 hezaran. Narîman hêviya rizgarkirina kantona Efrînê û vegera şêniyan li malên xwe kir da ku xwendekar li herêmê sala xwe ya xwendinê temam bikin.

Xwendekara bi navê Ciwana Hesen a di refa 7’an de jî got tevî şer û zehmetiyan wan piştî 3 mehan qonaxa yekemîn a sala xwendinê bi dawî kir û niha derbasî ezmûnan bûne.

Her wiha xwendekara bi navê Ezlîcan Elûş diyar kir ku piştî dewleta Tirk êrişî bajarê wan kir, ew neçar man ji Efrînê derkevin û li kantona Şehbayê bi cih bibin û wiha got: “Em li wir wan, me terka xwendina xwe nekir û xwend, lewma ez spasiya mamosteyên erkdar dikim û soza berdewamkirina xwendina bi zimanê dayikê didim.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bYEOiSH1umo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>