El-Muelîm: Dan û standinên bi Rêveberiya Xweser re qut bûn

Wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd El-Muelîm got dan û standinên di navbera rejîm û Rêveberiya Xweser de qut bûn.

El-Muelîm: Dan û standinên bi Rêveberiya Xweser re qut bûn
25 kanûn, 2019   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê rejîmê Welîd El-Muelîm ji kanala Rûsya El-Yeûm re di serdana xwe ya li Rûsyayê de tevî serdana şandeya Tirkiyê jî, axivî.

El-Muelîm îşaret bi têkiliya di navbera rejîm û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û got bi rastî Elî Memlûk serdana Qamişloyê kir û serdana wî "ji bo şopandina amadekariyên leşkerî û ewlehî li wê herêmê bû."

El-Muelîm li ser dan û standinên ku li Qamişloyê pêk hatine, wiha piştrast kir: "Negihîşt çarçoveya siyasî û dan û standin qut bûn."

El-Muelîm li ser civînên ku berê di navbera şandeyên rejîm û Tirkiyê de pêk hatine, diyar kir ku ne sûdewar û bi encam bûn. Welîd El-Muelîm wiha dewam kir: "Şam tu girîngiyê der barê lidarxistina civînan bi Tirkiyê re nade û nagihîne bidawîkirina dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re."

Der barê peymana Soçiyê de El-Muelîm wiha axivî: "Soçî li ser herêmên Bakur û Rojavayê Sûriyê bi bin ket. Ji ber ku Enqereyê sozên xwe pêk neanîn. Vebijêrka li wir, bi mîsogerî leşkerî ye."

Li paytexta Rûsyayê Moskovê di du rojên borî de civînên şandeyên girêdayî Rûsya, Tirkiye û rejîmê pêk hatin. Beriya wê jî êrişên dijwar li ser Idlibê pêk hatin. Lê piştî van civînan, li tevahî eniyan aramiyek pêk hat û piştre jî çeteyên girêdayî dewleta Tirk ji derdora rêya navneteweyî ku di Meiret Nûman re derbas dibe, vekişîn.

Ev pêşdeçûn jî pirsan li ser çawaniya girêbesta ku di civînên li Moskovê de pêk hatine, dike.

(fr)