Çeteyên dewleta Tirk 4 şêniyên Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 şêniyên Efrînê revandin, heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Çeteyên dewleta Tirk 4 şêniyên Efrînê revandin
23 kanûn, 2019   14:23
EFRÎN

Çavkaniyekî ji gundê Aşkan yê rojava yê navçeya Cindirêsê ji ANHA‘yê re ragihand ku çeteyên "Lîwa Semerqend" ê girêdayî artêşa Tirk a dagirker, duh du ciwan ji gundê Aşkan yê rojava yê girêdayî navçeya Cindirêsê revandin.

Kesên hatine revandin Mihemed Kemal Omer û Ebdo Kemal Omer in.

Çavkaniyên din ji navçeya Şiyê ragihandin ku, çeteyên "Lîwa Weqas" ê girêdayî artêşa Tirk a dagirker beriya du rojan du ciwanên ji gundê Anqelê yê girêdayî navçeya Şiyê revadin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: "Reşîd Cerko, Mihemed Cerko".

Li gorî çavkaniyan, her çar ciwanên hatine revandin birine cihekî ne diyar û ta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Di çarçoveya guhetina demografîk li herêmê de, binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî kurdan û her kesî ku dagirkeriyê red dike dewam dikin. Dagirker bi gefên revandin û kuştinê herêmê ji şêniyên wê yên resen vala dikin.

(cx)

ANHA