Li Reqayê mamosteyan nerazîbûn nîşanî binpêkirinên dagirkeriya Tirk dan

Li bajarê Reqayê bi dehan mamoste nerazîbûn nîşanî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan û bang li civaka navdewletî kir li hemberî van binpêkirinan ji bêdengiya xwe derkevin.

Li Reqayê mamosteyan nerazîbûn nîşanî binpêkirinên dagirkeriya Tirk dan
23 kanûn, 2019   14:40
REQA

Bi dehan mamosteyên bajarê Reqayê li ber avahiya Yekîtiya Mamosteyan a navenda bajêr kom , têkildarî binpêkirin dewleta Tirk a dagirker ên  daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Mamsoteyên Reqayê Ehmed El-Deyf ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tirkiyê hîna kiryarên xwe yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ev kiryar bandoreke neyinî li tevahî qadên jiyanê kir. Bi taybet prosesa perwerde û dibistan hate sekinandin, ku çavkaniya zanistanê ji hezaran xwendekaran re bûn ên ku niha koçber bûne."

Mamosteyan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide tevliheviyê derxîne û bi rêya guhertina demografîk nasnameya herêmê biguhere "Em gelê Sûriyê ji berê ve li ser vê axê dijîn. Em bang li Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê dikin li hemberî sûc û qirkirinê li dijî gelê Sûriyê tê kirin, ji bêdengiya xwe derkevin."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JbnDf5VdbgY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>