Şêniyên Tebqayê: Daxwaza me derketina dagirkerî û lêpirsîna sûcdaran e

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê bi hevkariya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê çalakiyên protestoyê li Navenda Çand û Hunerê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û binpêkirinên wê li dijî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberkirina şêniyên wê li dar xistin.

Şêniyên Tebqayê: Daxwaza me derketina dagirkerî û lêpirsîna sûcdaran e
Şêniyên Tebqayê: Daxwaza me derketina dagirkerî û lêpirsîna sûcdaran e
Şêniyên Tebqayê: Daxwaza me derketina dagirkerî û lêpirsîna sûcdaran e
Şêniyên Tebqayê: Daxwaza me derketina dagirkerî û lêpirsîna sûcdaran e
Şêniyên Tebqayê: Daxwaza me derketina dagirkerî û lêpirsîna sûcdaran e
Şêniyên Tebqayê: Daxwaza me derketina dagirkerî û lêpirsîna sûcdaran e
Şêniyên Tebqayê: Daxwaza me derketina dagirkerî û lêpirsîna sûcdaran e
Şêniyên Tebqayê: Daxwaza me derketina dagirkerî û lêpirsîna sûcdaran e
Şêniyên Tebqayê: Daxwaza me derketina dagirkerî û lêpirsîna sûcdaran e
23 kanûn, 2019   14:17
TEBQA

Protesto bi daxuyaniya ku hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Bêrîvan Dodex bi dirûşma "Xak, xaka me ye... canê me fedayî wê ye... ji xaka me derkeve" xwend, dest pê kir û çalakî 2 rojan bi beşdariya bi dehan şêniyên Tebqayê dewam kir.

Di daxuyaniyê de, binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker, DAIŞ û Cebhet El-Nusra li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, berpirsyariya civaka navdewletî ne û piştrast kir ku tevahî gel dagirkeriyê red dikin û bi yekrêzê li rex QSD’ê ne.

Li hola Navenda Çand û Hunerê bi wêneyên şehîd, dirûşmên redkirina dagirkirina Tirkiyê bi nivîsên ji gelek zimanan, wêneyên Erdogan ku hovîtiya wî diyar dikin, hatin daliqandin.

Di roja yekemîn de, şandeyek ji Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê amade bû û nûnera Buroya Jinan a partiyê Selam Kêrawan axivî û diyar kir ku tevahî pêkhateyên Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk ku nûnertiya rûyê dîtir ê çeteyên DAIŞ’ê dike, hevgirtî ne.

Selam Kêrawan di axaftina îşaret pê kir ku gel bangên derketina dagirkerî û çeteyan dikin û ji nû ve xaka li şêniyan vegerin û divê hemleyên koçberkirina bizorê û guhartina demografiye rawestin.

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nava serdanan bû, her wiha hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadger Îmad El-Qeraf di axaftina xwe de wiha piştrast kir: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ked dide ku sûcdarên şer ên ku xwîna sivîlan bi hincet û bihaneyan rijandine, da ku berjewendiyên dewleta Tirk li xaka Sûriyê pêk bînin, bên lêpirsînkirin."

Li aliyekî din jî tîma Kelepor û Hunerên Gelêrî ya Tebqayê, stranên keleporî pêşkêş kirin. Her wiha jî tîma şano ya navenda çandê, şanoyek li ser eşkerekirina rewşa ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava êriş û dagirkeriyê ji kuştin, koçberî, tecawîzkirin û revandinê re derbas dibin de, pêşkêş kir.

Dê protesto heta sibê li dar bikeve û dê şande ji Tebqa û Reqayê bên û dê gelek çalakî û pêşandanên hunerî û çandî bên pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA