‘Guhertina demografiyê bi rêya peymanên navneteweyî pêk hat’

Salih El-Zobîe diyar kir ku "dewletên garantor ên Sûriyê" guhertina demografiyê li Sûriyê bi şêwazên pir xirab pêk anî û gelên Sûriyê bi darê zorê ji malên wan dan koçberkirin.

‘Guhertina demografiyê bi rêya peymanên navneteweyî pêk hat’
‘Guhertina demografiyê bi rêya peymanên navneteweyî pêk hat’
‘Guhertina demografiyê bi rêya peymanên navneteweyî pêk hat’
‘Guhertina demografiyê bi rêya peymanên navneteweyî pêk hat’
23 kanûn, 2019   14:04
QAMIŞLO

Îro Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi sernavê ‘Koçberî û koçberkirina bi darê zorê’ li Hola Biric a bajarê Qamişlo panelek li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Suryan û êzidiyan û rewşenbîr û oldar beşdarî panelê bûn.

Serokê buroya rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê Salih El-Zobeî panel bi rê ve bir. Salih El-Zobeî di destpêka axaftina xwe de koçberkirina bi darê zorê pênase kir û wiha got: "Koçberkirina bi darê zorê, kiryareke bi armanca valakirina qanûnî ya herêmekê ji xelkê wê yê resen û bicihkirina kesên din li şûna wan, ji aliyê hikumet an hêzên nîvleşkerî yan jî komên nîjadperest û olperest ve tê kirin."

Salih El-Zobeî destnîşan kir ku li gorî sîstema Romayê a mirovî ya dadgeha cînayetan a navneteweyî, dema ku şênî di çarçoveya êrişeke berfireh de ji herêmên wan tên dûrxistin anku bi darê zorê tên veguhastin, ev yek dibe sûcekî li dijî mirovahiyê. Salih bi domdarî wiha got: "Li gorî qanûnên navneteweyî û qanûna navneteweyî ya mirovî, koçberkirina bi darê zorê dikeve nava sûcên şer, sûcên qirkirina komî û sûcên li djiî mirovahiyê. Wekî ku li Efrîn, Cerablus û Babê yên bakurê Helebê ji aliyê rejîma Tirkiyê ve li dijî pêkhateyên herêmê pêk hatiye."

El-Zobeî got koçberkirina şêniyan bi darê zorê di operasyonên tund ên dawî yên hemwextî topbaran, dorpêç û şer de ku ji aliyê hêzên rejîmê û mîlîsên girêdayî wê ve li dijî şêniyan pêk hatin û di encamê de şênî bi darê zorê koçî herêmêm din bûn. Her wiha diyar kir ku piraniya peymanên koçberkirinê bi serpereştiya Rûsyayê tevî Tirkiye û Qeterê pêk hatine. Şêniyên resen ji herêmên ku hêzên rejîmê li Xûteyê dorpêç kirine ji bo parêzgeha Idlibê ya bakurê Sûriyê, hatin veguhastin.

Serokê buroya birêxistinkirinê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê wiha axaftina xwe dewam kir: "Çalakiyên guhertina demografîk ji aliyê dewletên geranator ên mijara Sûriyê wekî Rûsya, Tirkiye û Îranê ve bi şêwazên pir xirab pêk hatin. Bi armanca guhertina binesaziya mirovî li Sûriyê, gelê Sûriyê bi darê zorê dan koçberkirin."

Piştî axaftina Salih El-Zobeî bi dawî bû, der barê çalakiyên guhertina demografîk de ku artêşa Tirk a dagirker li herêmê pêk tîne, deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hat vekirin. Beşdaran hin kiryarên artêşa Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê bi bîr xistin û diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê û Cerablusê û herêmên din ên dagir kirine, qirkirina etnîk pêk anî, her wiha bajar bi şêwazên birêxistinkirî ji şêniyên resen hatin valakirin.

(cx)

ANHA