YE banga pêkanîna qedexekirina şandina çekan ji Lîbyayê re dike

Yekitiya Ewropayê banga xwe ji bo pêkanîna biryara qedexekirina şandina çekan kji Lîbyayê re dubare kir û daxwaz ji aliyên li Lîbyayê kir ku hemû operasyonên leşkerî bidin rawestandin û dest bi diyaloga siyasî bikin.

YE banga pêkanîna qedexekirina şandina çekan ji Lîbyayê re dike
23 kanûn, 2019   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyekê bang li hemû endamên civaka navneteweyî kir ku rêzê bidin biryara navneteweyî ya qedexeya çekan ji Lîbyayê re, her wiha piştgiriya xwe ji xebata şêwirmend Xesan Selamê û Kongreya Berlînê re diyar kir. Her wiha diyar kir ku tekane rêya çareseriyê diyaloga siyasî ye û aştî û istîqrara li welêt e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di demekê de ku operasyona leşkerî li Lîbyayê, bi taybet der barê Terablusê de, Yekitiya Ewropayê banga xwe ji hemû aliyan dike da ku çalakiyên leşkerî bidin rawestandin û dest bi diyaloga siyasî bikin." Her wiha teqez kir ku çareseriya leşkerî ji aloziya Lîbyayê re nabe û tekane rêya çareseriyê xebatên siyasî ne.

Tirkiyê beşên nû ji hêzên leşkerî ji hikumeta El-Wîfaq bi serkêşiya Fayîz El-Sîrac re zêde kiriye. Di demên dawîn de nakokî li Lîbyayê bilindtir dibin, ew yek piştî îmzekirina hevpeymana hevkariya ewlehiyê bi Tirkiyê re pêk hat.

(jo)