Li Tirbespiyê ji xwendekaran re şahiya sersalê pêk hat

Bi nêzbûna sersala mîladî re şahiyek li Tirbespiyê ji xwedekaran re hat lidarxistin û Baba Niwêl diyarî li xwendekarên navçeyê belav kirin.

Li Tirbespiyê ji xwendekaran re şahiya sersalê pêk hat
23 kanûn, 2019   10:51
QAMIŞLO

Bi armanca keyfxweşkirina xwendekarên dibistanan, Dibistana Hesan Bin Sabit a navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê vê sibehê şahiyek ji xwendekarên dibistanê re li dar xist. Di şahiyê de bi boneya sersala mîladî Baba Niwêl (Kalo Gaxan) diyarî li xwendekaran belav kirin.

Kesayeta Baba Niwêl a efsanewî ku diyariyan li ser zarokan belav dike, sembola şahî û kêfxweşiya dawiya sala mîladî û destpêka sala nû ye. Bi cilên xwe yên sor û rihê xwe yê spî û dirêj navdar e.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6vRf38jA8xA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>