Mijarên rojnameyên erebî – 23 Kanûn

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlib, aloziya Iraq û Lubnanê û hêrsa herêmî û navdewletî ji ber tevgerên dewleta Tirk kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 23 Kanûn
23 kanûn, 2019   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ŞAM Û MOSKOV LEZ DIDIN DA KU REWŞA HEYÎ LI SER ENQEREYÊ LI IDLIBÊ FERZ BIKIN

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlibê kir. Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê pêşdeçûna xwe li ser hesabê hêzên bi piştgiriya ji Tirkiyê, berdewam dike. Bi wê re jî pêşketinekê di şerê ku li vê dawiyê ji nû ve dest pê kiriye de, pêk bîne. Şopdaran jî da zanîn ku ew pêşketin, îşareta hilweşîna lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê li ser Sûriyê ye, bi encama bilindbûna nakokiyên di navbera Moskov û Enqereyê de li ser dosyayên dîtir, di serî de jî Lîbyayê.

Şerê li Idlibê bi lez bi pêş ve diçe ku nêzî pêşbirka li djî saet û demê ye, da ku Şam û Moskov rewşa heyî li ser Enqereyê ferz bikin. Her wiha artêşa wê yekser êrişî li dijî hêzên kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Li aliyekî din jî hewl dide piştevaniya hikumeta El-Wîfaq li dijî pêşketina hêzên artêşa nîştimanî ya Lîbyayê di nuqteyên wê yên li Terablusê de pêk bîne.

Nakokiyên siyasî yên Rûsyayê û Tirkiyê li Sûriyê bandor li berjewendiyên hevpar di navbera her duyan de nekir.  Her wiha gelek lihevkirin li ser asta tepisandina li Sûriyê û amadekirina destpêkirina rêveçûna lihevanînên siyasî, pêk anîn. Lê îro her tişt bi destwerdana li dosye û tevliheviya di berjewendiyên Rûsya û Tirkiyê de, ber bi hilweşînê ve diçin.

ŞERQ EL-EWSET: HÊZÊN REJÎMÊ NUQTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ YÊN TIRKIYÊ DORPÊÇ DIKIN

Têkildarî vê mijarê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Hêzên rejîma Sûriyê yên bi piştevaniya balafirên Rûsyayê gihîştin ber nuqteya çavdêriyê ya dewleta Tirk li Serman a bejahiya Idlibê ku li gorî peymana Astanayê ya der heqê herêma bêçek a Idlibê de, li wir in. Li rexê jî hêzên rejîmê êrişên xwe yên bejahî di kûrahiya bejahiyên başûr û rojhilatê Idlibê de, didomînin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku artêşa Tirkiyê karwaneke leşkerî duh şand nuqteyên çavdêriyê li bejahiyên bakurê Hemayê bi nêzî 20 erebe û panzêrên leşkerî tevî leşker û alavên leşkerî. Ew jî bi rasthatina nêzbûna hêzên rejîma Sûriyê ji nuqteya çavdêriya Tirkiyê li Serman a bejahiya rojhilatê Idlibê re pêk hat.

Balafirên Rûsya û Sûriyê derbeyên xwe li gund û bajarokên li derdora Meiret Nûman gur kirin. Di encamê de bi hezaran şênî ber bi herêmên sînorê Tirkiyê ve bi daxwaza ewlehiyê revîn. Şêniyan got gelek gund êdî vala ne.

ÎMARAT EL-YEÛM: BI HEZARAN IRAQÎ LI 9 PARÊZGEHAN XWEPÊŞANDAN LI DAR XISTIN

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsand: "Bi hezaran xwepêşandêrên Iraqê duh li kolanên paytextê Bexdayê û 8 parêzgehên din li kolanan bûn û xwepêşandan li dar xistin û daxwaza navlêkirina hilbijêrên serbixwe ji bo avakirina hikumeta nû dikin, her wiha li bajarên başûrê Iraqê jî xwendekar ketin gravê û gelek rêyên li wan herêman girtin.”

EL-BEYAN: LUBNAN… TEKNOKRAT LÊ HIKUMETA DIJBER?

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha got: "Piştî şêwirên parlamentoyê ku serokê ji bo hikumeta Lubnanê hatiye diyarkirin Hesan Diyab, êdî diyar e ku pêkhateyên ku bi navê "Hêzên 14`ê Adarê" tên naskirin dê li dervayî hikumetê be, tê wateya ku şêpela "Musteqbel" û partiya "Hêzên Lubnanê" û partiya pêşverû ya Sosyalîst û partiya "Tugayên Libnanê" li dervayî hikumetê ne. di demeke ku ev rewş dê partiyên "Hêzên 8`ê Adarê" û "Teyar El-Wetenî El-Hor" bi awayekî eşkere ji hikumeta bê derkeve, ji bo ku nebe "partiya dijber" û partiyên wê berpirsyariya rûdanên li welêt rakin.”

EL-EREB: YEWNANISTAN HEWL DIDE KOALÎSYONEKÊ LI DIJÎ PROJEYA ERDOGAN YA LI LÎBYAYÊ AVA BIKE

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Yewnanistan ber bi avakirina koalîsyoneke ku projeya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Lîbyayê têk bibe ve dimeşe ku ne li gorî projeyên wê û projeyên gelek dewletên Ewropa û Ereban in. Di demekê de ku Enqere û Terablusê hevpeymana nexşkirina sînorê deryayî di navbera her du welatan de îmze kir, her wiha hevpeymana hevkariya ewlehiyê û leşkerî."

(fr-jo)