Civîna salane ya Kongreya Star a Helebê dest pê kir

Civîna salane ya Kongreya Star li bajarê Helebê li Hola Efrîn dest pê kir. Di kongreyê de kar û xebatên sala 2019`an dê bên nirxandin.

Civîna salane ya Kongreya Star a Helebê dest pê kir
Civîna salane ya Kongreya Star a Helebê dest pê kir
Civîna salane ya Kongreya Star a Helebê dest pê kir
Civîna salane ya Kongreya Star a Helebê dest pê kir
23 kanûn, 2019   12:03
HELEB

Beriya çend kêliyan civîna salane ya Kongreya Star a bajarê Helebê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Hola Efrîn a li herêma Şiqêf dest pê kir.

Di civînê de bi sedan endamên Kongreya Star, saziyên sivîl û partiyên siyasî, endama koordînasyona Kongreya Star Hediyê Yûsif û endamên rêveberiyê yên Kongreya Star a kantona Efrînê amade bûn.

Li hola civînê wêneyên rêber Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê, şehîd Hevrîn Xelef, alên Kongreya Star û pankartên "Ji bo bi rûmet û aştiyane bijîn em ê têkoşîn û birêxistinkirina xwe bi hêz bikin" û "Rûmet ne laş e, lê bi îradeya azad em jiyanê diafirînin" daliqandin.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê 3 endam ji bo dîwana civînê hatin hilbijartin. Paşê endama Kongreya Star Nesrîn Mihemed perspektîfên rêber Abdullah Ocalan der barê rola jinan di civakê de û hebûna wan di şoreşa Rojava de xwendin.

Paşê rapora salane ya çalakiyan ku Kongreya Star a Helebê pêk anîne, xwendin û nîqaş kirin.

Her wiha piştî wê, endama rêveberiya koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsif axivî û rewşa siyasî ji beşdaran re nirxand. Hediye wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan behsa hebûna Şerê Cîhanê yê 3`yemîn li Rojhilata Navîn û li ser xaka Kurdistanê dike, ji erka me ye ku em rastiya vî şerî bizanin, jin di şoreşa Rojava de serkêş in û bûn mînak ji hemû jinên cîhanê re.”

Hediye Yûsif diyar kir ku bi yekbûna Kurdan û israra îradeya azad, binketina peymana Lozanê ya duyemîn e û li pêşiya hêzên dijber disekinin.

Civîn berdewam dike.

)jo(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M6nMtczfHBU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>