Kongreya YNK’ê di roja xwe ya sêyemîn de didome

Kongreya YNK’ê li Silêmaniyê dewam dike. Di roja sêyemîn a kongreyê de tê payîn ku encûmena giştî ya partiyê bê hilbijartin.

Kongreya YNK’ê di roja xwe ya sêyemîn de didome
23 kanûn, 2019   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

4’emîn Kongreya Yekitiya Nîştimani ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê di roja sêyemîn de berdewam dike.

Di roja yekemîn a kongreyê de bi piraniya dengan Encûmena Bilind a Siyasî hate hilbijartin û Kosret Resûl Elî wek serokê encûmenê hat hilbijartin.

Li gorî çapemeniya ser bi YNK’ê ve, di roja yekem de Dr. Berhem Salih, Dr. Rêwaz Fayeq û Qubad Talebanî ji bo endamên rêveberiya YNK’ê hatin hilbijartin. Tê payîn îro karê sereke yê kongreyê hilbijartin û diyarkirina 181 endamên din ên encûmenê be.

Heta niha ne zelal e kongre dê çend rojan berdewam bike û tenê medyaya ser bi YNK'ê ve dikare kongreyê bişopîne.